YRA’yê bi rojnmevanên Şehbayê re civiya
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi armanca nirxandin û nîqaşkirina encama Kongreya xwe ya 6’an û parvekirina encamên wê, bi xebatkarên ragihandinê yên li Şehbayê re civiya.
Civîn bi beşdarbûna dehan xebatkarên ragihandinê yên li Şehba û Helebê di şert û mercên zehmet de kar dikin, hate lidar xistin.
Civîn ji aliyê endamên Kordînasyona YRA’yê ya Heleb û Efrînê ve hate birêve birin. Di civînê de naveroka kongreyê hate vegotin û rêziknameya hindirîn a di kongreyê de hate sererastkirin hate xwendin.
Di civînê de xebatkarên ragîhandinê nerîn, rexne û pêşniyarên xwe anîzn ziman. Di dawiya civînê de mijar û pirsgirêkn ragîhandinê bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.