6 sal ceza li rojnamevanan rewşekî metirsîdar radixe ber çavan

0 1

Bi hincetên cuda li Hewlêrê 6 al ceza li rojnamevan û aktîvîstan hat birîn. Li gorî agahiyan tevî ku biriyara dadweran ne gîştî bû lê ceza li wan hat ferzkirin.

Li gorî zagonên navnetewî eger dadwer lêkolînekî rasteqîn nekin, çênabê bi hincetên cuda rojnamevan bên girtin û divê belgeyên rast hebin, nexasim eger ev belge nebin divê di zûtirîn dem de bên berdan.

Di rûniştina duyem ya dadgehê li Hewlêrê, ji bo beşek ji kesên ku li herêma Behdînanê hatibûn girtin 6  sal ceza hat birîn.

Di rûniştina dadgehê de, 17 kesên li Herêma Behdînanê hatibûn girtin hatin dadgehkirin. Di roja duyem ya rûniştinê de ku dikeve 16’ê Sibatê ji nav wan kesan  Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem, Şivan Seîd û hevalên wan li 5 rojnamevan û momosteyan 6 sal ceza hat birîn.

Hêjayî gotinê ye ku parêzerê bi navê Beşdar Hesen diyar kir ku biriyar ne gîştî bû û gelek dadwer ne bi biryarê re bûn.

Di derbarê girtina wan de gelek saziyên navdewletî weke CPJ daxuyanî da û daxwaza serbest berdana wan kir.

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.