Îro li bajarê Hesekê hejmarek rojnamevan, di nav de kameravanên Ronahî TV û Rojava TV, ji aliyê komeke provakatîv ve, dema ku xwepêşandaneke xwendekaran dişopandin, rastî êrişê hatin û di encamê de hejmarek xwendekar û rojnamevan birîndar bûn.
Êrişa koma provokatîv ne tenê xwendekar kir hedef, lê di heman demê de hejmarek rojnamevanên ku xwepêşandan dişopandin û belge dikirin jî rastî êrîşê hatin. Di encamê de hejmarek rojnamevan ji dest û pişta xwe ve birîndar bûn. Her wiha kameravanê Ronahî TV jî ji serê xwe ve birîndar bû.
Em; Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, van êrîşan bi tundî şermezar dikin û tekez dikin ku ev kiryar dê bandoreke neyînî li ser aştiya civakî bike û dê bibe sedema zêdebûna gotarên nefret, kîn û dijatiyê. Her wiha ev êrîş dikarin encamên xeternak li ser azadiya ragihandinê û pîşeya rojnamegeriyê li Sûriyê û li seranserî herêmê çêbikin.
Em careke din tekez dike ku hedefgirtina rojnamevanan dema ku ew erkên xwe yên pîşeyî pêk tînin, binpêkirineke eşkere ya li ser azadiya çapemeniyê ye û gefê li mafê civakê yê gihîştina agahî û rastiyê dixwe.
Her wiha em bang li hemû aliyên têkildar dikin ku rêzê ji azadiya çapemeniyê re bigirin, ewlehiya rojnamevanan misoger bikin û berpirsên van êrîşan li gorî zangonan ceza bikin.
Êrişên bi vî rengî metirsiyên li ser mafên xwendekaran û rojnamevanan ên azadiya derbirînê, mafê xwepêşandanê û azadiya şopandina medyayî zêdetir dikin. Her wiha ev kiryar careke din girîngiya parastina aştiya civakî, redkirina hemû cureyên şîdet, tundûtûjî, gotarên nefretê, û misogerkirina heyameke ewle û azad ji bo azadiya derbirînê û çapemeniya azad derdixin pêş.