YRA 177`Emîn Salvegera Roja Rojnamegeriya Suryanî Pîro Dike

0 17

Bi boneya 177`emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Suryanî, ku hevdemî salvegera weşandina hejmara yekem a rojnameya (Zehrîra d-Behra – Tîrêja Rojê), em hevkarên xwe yên rojnamevan, saziyên ragihandinê û tevahiya gelê Suryanî li Sûriyê pîroz dikin. Her wiha, ji wan re dewama serkeftin û pêşketinê di pêkanîna peywirên xwe yên medyayî, çandî û mirovî de dixwazin.
Ev boneya dîrokî, gavek girîng û stasyonek serbilindiyê ya dîroka rojnamegeriya Suryanî ye ku ne tenê amûreke veguhestina nûçeyan bû, lê belê ji bo nifşên pêşerojê, platformek fikir, ronakbîrî, çandî û stûneke parastina nasnameya neteweyî, ziman û mîrateya mirovî û çandî ye.
Di wextekî de ku em bi rêzdarî pêşengên çapemeniya Suryanî û hemû şehîdên ragihandina azad, ked û fedekariya wan di oxira peyva azad de bi bîr tînin, em rola rojnamevanên Sûryan ji bo veguhestina rastiyê, parastina azadiya raman û derbirînê, xurtkirina nirxên diyalogê, pirrengî, jiyana hevbeş û biratiyê, gelek girîng dibînin.
Her wiha, em piştgiriya xwe ji bo misyona çapemeniya azad û berpirsiyar dubare dikin û tekezî li ser vê baweriyê dikin ku ragihandina azad bingeha avakirina civakeke demokratîk û pirreng e. Civakek ku li ser nirxên edalet, wekhevî û rêzgirtina ji hemû taybetmendiyên çandî û neteweyî ava dibe û xizmeta rastiyê û peyva azad dike.

Leave A Reply

Your email address will not be published.