Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi boneya 15`emîn salvegera damezirandina Rojnameya Ronahî, pîrozbahiyên xwe ji hemû endam, kedkar, rêvebir û rojnamevanan re pêşkêş dike. YRA, rola Rojnameya Ronahî, ked û xebata wê ya dilsoz ji bo ragihandina rastiyê û parastina berjewendî û dozên civakê bilind dinirxîne.
Rojnameya Ronahî, weke yekemîn wesîleya ragihandinê li Rojava û yek ji kevintirîn saziyên çapemeniyê yên herêmê, di dîroka ragihandinê de bû xaleke veguherînê.
Ji bo veguhestina dengê civakê û berxwedana wê ji raya giştî re, ronîkirin û pênasekirina doz û pirsgirêkên civakê, her wiha vekirina asoyên nû ji bo diyalogê û peydakirina çareseriyan, bi roleke berbiçav û bandorker rabû.
Bi vê boneyê, em silav û rêzên xwe ji vê meşa azad re pêşkêş dikin û baweriya xwe bi rola Rojnameya Ronahî ya pêşxistina çapemeniya azad nû dikin. Her wiha ji hemû endam û kedkarên çapemeniya azad û malbata Rojnameya Ronahî re domandina serketina peyama nirxbiha ya parastina azadiya derbirînê, ragihandina rastiyê û piştgiriya dozên gelan, dixwazin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
16 Cotmeh 2026