Li Qamişlo merasîma bîranîna şehîdên çapemeniya azad ên di meha Cotmehê de şehîd bûne, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan, bi tevlîbûna Hevserokên YRA Idrîs Henan û Evîn Îbrahîm, nûnerên YRJ, xebatkarên ANHA, Nefel Prodiksyon û gelek rojnamevanan, hate lidarxistin.
Di merasîmê de li ser navê Nefel Prodiksyon, rojnamevan Zinar Cafer axivî û got em ê her tim pênûsa şehîdan rakin, pê dengê heqîqetê bigihînin gel û armancên hevalên xwe yên şehîd pêk bînin.
Her wiha li ser navê ANHA rojnamevan Ekrem Berekat axivî, di şoreşê de têkoşîna şehîdên çapemeniyê bi bîr anî û got şehîdên çapemeniyê di hemû şert û mercên şoreşê de berpirsyar nêz bûn û ji xebatên çapemeniyê canê xwe feda kir. Berekat di dawiya axaftina xwe de got îro êrîş li ser ziman û çanda gelê Kurd tê kirin, dixwazin dawî li hebûna neteweyî ya gelê Kurd bînin û diyar kir ew ê têkoşîna hevalên xwe yên rojnamevan ku şehîd bûn, dewam bikin.,
Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.










