Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA û Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ li Kobanê şehîdên çapemeniya azad ên di meha Cotmehê de şehîd bûne, di şesxê şehîd Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed de, bi beşdariya komek rojnamevan û malbatên şehîdan, bi bîr anîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama YRJ’ê Sîlva Îbrahîm axivî. Sîlvayê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku şehîdên rojnamevan barê heqîqetê hilgirt ser milê xwe.
Ji aliyê xwe ve Endamê Meclîsa Giştî yê Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li Kobanê, Mihemed Mistefe daxuyaniya YRA ya bîranîna şehîdên çapemeniyê azad ên di meha Cotmehê de şehîd bûne xwend û bal kişand ser berxwedana rojnamevanan û anî ziman ku şehîd Dilîşan jî heta dawiyê li pey şopa rastiyê bû û got: “Ji bo ragihandina bûyerên li Dêrezorê û Reqayê bê hempa bi kameraya xwe li ber xwe dida. Em ê tu carî wê kedê ji bîr nekin.”
Di çalakiya bîranînê de gul li ser gora şehîd Dilîşan hatin çandin. Piştî wê malbat û rojnamevanên amade berê xwe dan gora şehîd Mustefa Mihemed û bi bîr anîn.
Hêjayî bi bîranînê ye ku Şehîd Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed nûçegihanên ANHA`yê bûn û 12`ê Cotmehê 2017`an li ser rêya Hesekê û Dêrazorê di hemleya rizgarkirina Dêrazorê de şehîd bûn. Şehîd Welat (Davut Erdemcî) 10`ê Cotmehê 2019`an di encama bombebaranê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bû û şehîd Mihemed Reşo 14`ê Cotmehê 2019`an di êrişa dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê de şehîd bû.

















