YRA Êrişa Çekdarî Ya Li Ser Tîma Radyoya Rojava Şermezar Dike

0 15

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA êrişa îro ya li ser tîma Radyoya Rojava, dema ku li taxa Elsalihiyê ya bajarê Hesekê erkên xwe yên rojnamegeriyê pêk dianî, şermezar dike.

Di encama vê êrişê de, yek ji endamên tîmê bi giranî birîndar bûye û ji ber rewşa xwe ya kirîtîk li nexweşxaneyê emeliyetek giran derbas dike.

YRA piştrast dike ku êrîşa çekdarî ya li ser tîma rojnamegeran û desteserkirina wesayîta wan, binpêkirineke giran a ewlehiya rojnamevanan e. Herwiha, YRA vê êrîşê wekî destdirêjiyeke rasterast li ser azadiya çapemeniyê û mafê rojnamevanan ê ji bo pêkanîna peywirên xwe bê tirs û gef dibîne.

Hedefgirtina rojnamevanan dema ku erkên xwe yên pîşeyî pêk tînin, kiryareke nayê qebûlkirin û bi tundî tê şermezarkirin. Ji aliyên pêwendîdar tê xwestin ku berpirsiyariya xwe ya parastina rojnamevanan pêk bînin û heyameke ewle ji bo wan misoger bikin, da ku bikaribin rastiyê bi awayekî serbixwe û azad ragihînin û erkên xwe yên pîşeyî bêyî gef û zextê pêk bînin.

YRA bi baldarî paşperdeyên vê bûyerê dişopîne û di heman demê de bang li rayedarên berpirs dike ku lêpirsîneke lezgîn, cidî û zelal vekin, da ku êrişkar bên nasîn û li gorî qanûnê bên darizandin û wesayîta tîmê jî bê vegerandin. Her wiha divê tedbîrên pêwîst bên girtin da ku pêşî li dubarebûna êrişên li dijî rojnamevanan û saziyên ragihandinê were girtin.

Xeteriya li ser rojnamevanan bi vê êrişê re zêdetir bûye, nemaze ku di nav du rojan de ev êriş ji nû ve, û bi awayekî dubare, pêk hatiye. Ev yek nîşaneyeke metirsîdar e ku xeteriya li ser jiyana sivîlan, ewlehiya wan û milkên wan zêde dike. Di encamê de, metirsiya li ser ewlehiya sivîlan zêde dibe û derfetên aramiya civakî lawaz dibin.

YRA piştgiriya xwe ji hevkarên xwe yên Radyoya Rojava re nîşan dide û ji hevkarê birîndar re şîfaya lezgîn dixwaze. Di heman demê de piştgiriya xwe ji hemû rojnamevanên ku ji bo ragihandina rastiyê û xizmeta civakê dixebitin, nû dike û tekez dike ku êrişên bi vî rengî nikarin karê rojnamegeriyê asteng bikin. Ew dê meşa xwe ya ber bi heqîqetê ve berdewam bikin, azadiya çapemeniyê û mafê civakê yê bidestxistina agahiyan misoger bikin.

Azadiya çapemeniyê maf e, parastina wê jî berpirsiyarî ye.

 

Yekîtiya Ragihadina Azad – YRA

10 Cotmeh 2026

Leave A Reply

Your email address will not be published.