Rojnamevana Almanî Eva Maria Michelmann hat berdan
Komeleya Rojnamevanan ya Dîcle Firatê DFGˊê diyar kir ku rojnamevana Almanî Eva Maria Michelmann a ku di 18ˊê Çileyê de li Reqayê hatibû girtin, hat berdan.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFGˊê) der barê rojnamevana Almanî Eva Maria Michelmann de ya ku di 18ˊê Çileyê de li Reqayê ji aliyê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hate girtin, daxuyaniyek da.
DFGˊê di daxuyaniya xwe da wiha got, “Eva Maria ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatibû girtin, serbest hat berdan.”
Li gorî daxuyaniyê, Eva Maria ji Helebê biribûn Girtîgeha Şamê û bi hewldanên Balyozxaneya Almanya vegeriya welatê xwe. DFG’ê destnîşan kir ku rojnamevan Ahmet Polad ê di heman rojê de li Reqayê bi Eva re hatibû girtin, hîn jî di destê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ye.