Pêşkêşvana radyoya Dirbêsiyê FM Dûa Silo (24) ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Pêşkêşvana radyoya Dirbêsiyê FM Dûa Xalid Silo ya ji bajarê Dirbêsiyê ya Parêzgeha Hesekê ji ber krîza mejî wefat kir.
Dûa Silo di sala 2002`yan li bajarê Dirêbsiyê ji dayîk bûye, 2 xwîşk û 4 birayên wê hene. Ji sala 2020`an ve heta beriya ku koça dawî bike, di radyoya Dirbêsiyê de xebat kiriye.
Dûa di radyoyê de nûçegihantî û pêşkêşvaniya bernameyên “Roj Baş” û “Jiyana Dayîkê” dikir.
Dûa Silo ji ber nexweşiyê di 9`ê Hezîranê de li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo dihat dermankirin. Piştî ku rewşa wê giran dibe, di 11 Hezîranê de dibin nexweşxaneya Al – Muştehid a Şamê.
Li wir di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.
Em weke Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi xemgînî sersaxiyê ji malbat, hogir, rêheval û xizmên wê re dixwazin, her wiha ji malbata wê ya duyemîn; Radyoya Dirbêsiyê FM re sebir û hedanê dixwazin.