Piştî hilweşîna rejîma Baas li Sûriyê gelek guherînên cewherî yên siyasî rû dan. Bi wê yekê re jî, Sûriyê bi hatina sala 2025`an re derbasî qonaxeke veguhêz a xwedî taybetiyên siyasî, fikrî û ewlehî yên di nav hev de, dibe. Vê yekê jî bandorekê rasterast li ser rewşa mafê mirovan û azadiya derbirînê li tevayî Sûriyê kir.
Bi desthilatiya HTŞ re dijatî, sûc û kiryarên li dijî mafê mirovan zêde bûn û bi taybet jî li dijî rojnamevanan ku pêwîst bû li gorî zagon û hiqûqa navneteweyî bihatana parastin.
Bi dirêjahiya 12 mehên derbasbûyî, bi vê raporê re gelek sûc û kiryarên mezin ên li dijî rojnamevan, çalakvanên ragihandinê li cihên cuda yên Sûriyê hatin belgekirin. Sûcên hatine belgekirin jî ji aliyê dewleta Tirk, çeteyên wê, sazî û dezgehên bi ser Hikûmeta Veguhêz ve hatine kirin. Bi wê re jî diyar dibe ku erk û misyonên li ser milê wan li gorî hiqûq û zagonên têkildar bi cih neanîne.
Rapor YRA ya sala 2025`an jî di çarçoveya kedeke li ser hev a komîteya şopandin û hiqûqê pêk hatiye ku li gorî derfet û îmkanên berdest ên şopandin, belgekirin û lêpirsînê û li gorî pîvanên belgekirina hiqûqî yên navneteweyî ev rapor amade bûye. Di nav de îfadeyên rasterast, lêpirsînên ji jêderan û analîza bûyeran li gorî çarçoveyên qanûnî ku karibe kiryar, binpêkirin û berpirsiyaran destnîşan bike.
Armanca raportê ew e ku raveyek rast û pêbawer li ser realîteya azadiya karê çapemeniyê li Sûriyê ya sala 2025`an were pêşkêşkirin. Her wiha pinpêkirin werin derxistin û aliyên sûcdar destnîşan bibin. Ev yek jî wê piştgiriyek mezin bide pêvajoyên hesabpirsîn û lêpirsînê ku dê bibe jî belgeyek pêbawer ji aliyê mekanîzmên navneteweyî yên têkildarî mafê mirovan, rêxistinên hiqûqî û saziyên dadweriyê yên pispor re. Ev kar jî ji bo bidawîkirina bêcezahiştinê, parastina rojnamevanan û xurtkirina ragihandina azad ku mafekî bingehîn ê nayê sînordarkirin e.
Binpêkirin di asta girtin û binçavkirina keyfî û sînordarkirina azadiya karê çapemeniyê de sînordar nebû, lê belê bi awayekî rasterast û rêxistinkirî bû sedema kuştina 9 rojnamevanan û birîndarkirina 15 yên dîtir.
SÛCÊN KU 2025`AN HATINE BELGEKIRIN
- 22 Çile: rojnamevanê ajansa Sana ya Sûrî, li Hemayê ji aliyê komek çekdar ê nenas ve hate gulebarakirin û jiyana xwe ji dest da. Ti aliyekî jî berpirsiyarî hilnegirt ser xwe û ti encamên lêpirsînê derneketin.
- 15 Sibatê: rojnamevan Egîd Roj (Şervan Sîdo), nûçegihanê Ronahî TV, di encama bomberdomana dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê, jiyana xwe ji dest da.
- 4 Gulanê: Rojnamevan Mihemed Îsmaîl, li ber mala xwe li gundewarên rojavayî bajarê Humus, ji aliyên nenasan ve tê qetilkirin.
- 24 Gulanê: Termê rojnamevan û dîzayîner Mihemed Xîtî ê 36 salî li çolekê nêzî bajarokê Ceyrûd li Qelemûna bakur a gundewarê Şam0ê hat dîtin. Xîtî ji 8 Gulanê ve winda bibû. Heta kêliyê nivîsandina vê raportê jî rayedarên têkildar nasnameya tawanbaran û sedemên sûc eşkere nekirine.
- 24 Hezîranê: Piştî sê meh di ser windabûna rojnamevanê wênegir Mihemed Ekrem Elelî û bavê wî re derbas dibin ku ji 6 Sibatê ve winda bibûn, termên herduyan li parêzgeha Humus tên dîtin. Rayedarên desthilatê ti daxuyaniyên zelal li ser bûyerê nedane.
- 25 Tîrmehê: dema ku birêvebirê ragihandina parêzgeha Deraa Hesen Alzu`ibî û rojnamevan Mehmûd Ehmed Alhiso û hevakarekî wan jî berê xwe dabûn dawetnameya Şêxê Durzî Yûsiv Cerbû`i, rastî kemîneke çekdarî tên. Di encamê de herdu rojnamevan tên kuştin û hevkarê wan birîndar dibe. Li gorî deteyan sûcê kuştinê di 16 Tîrmehê de pêk hatiye.
- 14 Tîrmehê: Fotogirê Toreya Alsiwîsda 24 rojnamevan Sarî Mecîd Alşofî, dema ku bûyerên li gundê Te`ara yê rojavayê Siwêda dişopandin, ji aliyê hinek komên çekdar ve tê kutşin.
- 3 Tebaxê: Piştî mehek ji vegera wî Sûriyê, termê çalakvanê bi navê Kendî Aledayî li mala wî ya taxa Alcûra li bajarê Dêrazorê daleqandî hat dîtin. Heya niha jî rayedaran sedem eşkere nekirine.
BIRÎNDARÊN JI BER ÊRIŞAN – 2025

- 8 Çile: Rojnamevan Awaz Elî ji ber bomberdomana balefira bêmirov a dewleta Tirkiyê li ser karwanekî sivîlên ku diçû Bendava Tişrînê, birîndar dibe.
- 16 Çile: Rojnamevan Ciwane Cuma ji ber êirşeke balefira bêmirov a Tirkiyê ser Bendava Tişrînê, bi parçeyekê birîndar dibe.
- 18 Çile: Nûçegihanê kanala KNN Muhened Saxir, di encama hedefgirtina dewleta Tirk ji karwanek sivîlên diçûn Bendava Tişrînê de, birîndar dibe.
- 22 Çile: Nûçegihana kanala Ronahî TV Leyle Ebdî, dema ku êrişên dewleta Tirk ser Bendava Tişrînê dişopandin, birîndar dibe.
- 22 Çile: Nûçegihanê kanala Stêrk TV Çekdar, dema ku êrişên dewleta Tirkiyê ser Bendava Tişrînê dişopandin, birîndar dibe.
- 22 Çile: Rojnamevanê kanala Ronahî TV Mihemed Badilî ji ber êrişên dewleta Tirkiyê ser Bendava Tişrînê birîndar dibe.
- 22 Çile: Rojnamevan Hêvda Hebûn di encama êrişên dewleta Tirkyê ser Bendava Tişrînê de, birîndar dibe.
- 22 Çile: Rojnamevan Dilovan ji ber bomberdomana balefira bêmirov a dewleta Tirkiyê ser Bendava Tişrînê, birîndar dibe.
- 22 Çile: Rojnamevan Elîşêr ji ber bomberdomana balefira bêmirov a dewleta Tirkiyê ser Bendava Tişrînê, birîndar dibe.
- 10 Tîremhê: Rojnamevan Riyad Alhisên li dadgeha bajarê Almeyadîn ê Dêrazorê, rastî lêdana çekdarên hêzên Ewlehiyê Giştî yên Hikûmeta Veguhêz tê.
- 15 Tîrmehê: Nûçegihanê Ehrar Horan, Nedîm Alnabilsî li ber dergeha bajarê Siwêda, di encama bomberdomana balefirên bêmirov ên Îsraîlê de, birîndar dibe.
- 18 Tîrmehê: Çalakvana bi navê Zêna Şehla, ji ber tevlîbûna mitîga şermezarkirina êrişên li ser Siwêdayê, li Şamê rastî tadeya komeke çekdar tê.
- 19 Tîrmehê: Rojnamevanên fotogir, Elî Hac Silêman, Bekir Alqasim û Quseyî Abdulbarî, nûçegihan Hemze Ebas, dema ku di erebeya xwe de amadekariya şopandina êrişên ser Siwêdayê dikirin, ji aliyê komek çekdar ê nenas ve rastî gulebaranê tên.
- 5 Cotmehê: Rojnamevan Betol Elî ku bi kanalên rejîma Baas û kanala Ugarêt re xebitiye û bavê wê Semîr Elî, li mala xwe yê li herêma Dimserxo ê parêzgeha Laziqiyê, rastî gulebarana komek çekdar tên.
- 10 Cotmehê: Nûçegihanê kanala Heleb Todaye, idia kir ku ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz ve li Minbicê, dema ku çalakiyeke civakî dişopand, rasî lêdanê hatiye.
BINÇAVKIRINA ROJNAMEVANAN – 2025
Di çarçoveya dewama qeydên li ser azadiya derbirîn û çapemeniyê de ku reflekseke astengiyên mezin ên li hember kedkarên qada ragihandinê ne, Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, 11 rewşên binçavkirina rojnamevanan belge kir ku piraniya wan jî bi destê desthilata Hikûmeta Veguhêz ve pêk hatine.
DOZÊN HATINE BELGEKIRIN

- 21 Adarê: Nûçegihanê Ronahî TV Zîwer Şêxo ji aliyê hêzên ewlekariya giştî ya bi ser Hikûmeta Veguhêz ve li bajarê Laziqiyê hat girtin û telîfona wî jî desteser kirin.
- 5 Gulan: Rojnamevan Ekrem Salih û wênegir Cûdî Hac Elî, dema buyerên Eşrefiyêt Sehnaya li gundewarên Şamê dişopandin, ji aliyê hêzên ewlekariya giştî ve tên binçavkirin.
- 14 Hezîranê: Herdu rojnamevan Nadir Dibo û Abdullah Alhasan (Nûr Colan), ji gundewarên Quneytirayê li başûrê Sûriyê, ji aliyê hêzên Îsraîlê ve tên binçavkirin.
- 26 Hezîranê: Hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Veguhêz, rojnamevan Hesen Zaza ku endamê Meclîsa Giştî ya YRA`ê ye, li Şamê binçav kirin.
- 1 Tîrmehê: Rojnamevan Abdullah Alhesen carek din ji aliyê hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Veguhêz ve, li gundewarên Quneytirayê yê başûrê Sûriyê, hat binçavkirin.
- 26 Tîrmehê: Rojnamevan Nûr Silêman ji aliyê hêzên Ewlekariya Giştî ve li Şamê hat girtin.
- 27 Tebaxê: Komên çekdar li Idlibê rojnamevan Bekir Alqasim û hevjîna wî binçav kirin. Li gorî hevjîna wî jî ku piştî demekê serbest hat berdan; mêrê wê radestî istixbarata Tirk bûye.
- 9 Îlonê: Hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Veguhêz, rojnamevan Amêr Matar ku hiqûqnas û damezrînerê Mûzeya Zîndanên Sûriyê ye, aliyê Şamê ve, li dergeha sînor a bi Lubnanê re girtin.
- 14 Kanûnê: Rojnamevan Îyad Şerbecî li Şamê ji aliyê hêzên Ewlekariya Giştî ve tê girtin.
- 23 Kanûnê: Hêzên Ewlekariya Giştî li bajarê Babê yê gundewarên bakurê Helebê, rojnamevanê hemwelatiyê Amerîka yê tevlî komên tundrew bûye, Bilal Abdullkerîm girtin.
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ – 2025
Rista azadiya çapemeniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên dîtir ên Sûriyê pritir e ku zêdetirî 100 sazî, dezgeh û platformên ragihandinê lê dixebitin.
Tevî rêjeya baş a azadiya derbirînê, hinek binpêkirinên sînordar di derheqê rojnamevanan de hatin belgekirin yek jê jî, di destpêka Tîrmeha 2025`an de, binçavkirina amadekarê bernameyan li kanala Kurdistan 24, rojnamevan Raman Hiso bû.
Her wiha gelek pirsgirêkên rojnamevanan û saziyên ragihandinê bi mudexeleya YRA û hevrêziya bi boruya ragihandinê re bi awayekî aşîtiyane hatin çareserkirin.
HEMLEYÊN RÊXISTINKIRÎ YÊN NEFRET Û DIJATIYÊ – 2025
Asta xîtaba nefretê û rewşên sorkirinê di sala 2025`an li Sûriyê bilinditir bû. Ji ber vê jî sala 2025`an li Sûriyeyê gelek rewşên nefret û cudakariyê kûr dikin ku ji aliyê rojnamevan û çalakvanên bi ser Hikûmeta Veguhêz ve hatine kirin, hatin belgekirin. Gelek ji wan bi piştgirî û hembêzkirina eşkere ya medyaya Hikûmeta Veguhêz ve hatin birêvebirin. Di armanca wan de çêkirina panîkê û tirsandina rojnamevanan hebû. Her wiha gef li wan dixwarin û bi xiyanetê tawanbar dikirin.
REWŞÊN KU YRA BELGE KIRIN
- 6 Cotmehê: Li ser bingeha venêrandina YRA, piştî pêşketinên leşkerî li derdora herdu taxên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, hejmarek çalakvan û rojnamevan li dora herdu taxan çek hildigirtin û teşwîqî tundiyê dikirin. Di vê derbarê de çalakvanê bi navê Ehmed Hemûş ê bi ser Hikûmeta Veguhêz ve, bi destpêka êrişan re, di dîmenekê de derket ku çekek li ber navê wî ye. Ev buyer li ser gelek alavên ragihandinê belav bû.
- 6 Cotmehê: Çalakvanê bi navê Osama Êlêwî dîmenek li ser hesabên xwe yên fermî belav kir ku têde li dijî xelkên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gotinên nijadperest û nefretê dike.
- 19 Sibatê: Çalakvanê bi navê Cemîl Alhesen ê bi ser Hikûmeta Veguhêz ve ye, hemleyek nijadperest a sorkirinê li dijî pêkhateya Eelwî dest pê kir û piştî wê di mehên Hezîran û Mijdarê de, li dijî HSD û pêkhateyên Sûriyê hemleyên bi wî rengî bi rê ve birin.
- 5 Mijdarê: Li dijî rojnamevan Lewend Hisên ku beşdarî bernameyek televizyona fermî ya Hikûmeta Veguhêz bibû, bi awayekî koordînekirî, nivîsên tundûtûjiyê belav kirin. Piştî demekê jî û herdu rojnamevan Naz Seyid û Îvan Hesîb rastî heman hemleya reşkirin û gefxwarinê tên.
- Hezîrana 2025: Komîteya hiqûqê ya YRA, binpêkirinên çalakvanê bi navê Ehmed Kesar Alîsa, dema êrişên ser Siwêdayê belge kir ku li dijî pêkhateyên Sûriyê xîtaba nefret û tûjkirinê belav dikir. Li dijî wî jî amadekariya vekirina dozekê hat kirin.
TABLOYA BINPÊKIRINÊN DI DERHEQÊ ROJNAMEVANAN DE LI SÛRIYÊ
BINÇAVKIRIN
| Nav | Dîrok | Cih | Sûcdar | Şîrove |
| Zîwer Şêxo | 12/3/2025 | Berava Sûriyê | Ewlekariya Giştî ya hikûmete veguhêz | Nûçegihanê Ronahî TV ye û li beravê tê binçakirin û telîfona wî jî desteser dikin. |
| Ekerem Salih û wênegir Cûdî Hac Elî | 5/5/2025 | Dîmeşq | Ewlekariya Giştî ya hikûmete veguhêz | Dema bûyerên Eşrefiyet Sehnaya li gundewarên Şamê dişopandin, hatin binçavkirin. |
| Hesen Zaza | 26/6/2025 | Dîmeşq | Ewlekariya Giştî ya hikûmete veguhêz | Endamê Meclîsa Giştî ya YRA li Şamê hate binçavkirin. |
| Nûr Silêman | 26/7/2025 | Dîmeşq | Ewlekariya Giştî ya hikûmete veguhêz | Çalakvana û rojnamevan e. |
| Nadir Dibo | 14/6/2025 | Gundewarê Quneytirayê | Artêşa Îsraîlê | Li gundewarê Quneytirayê hat binçavkirin û piştî demekê hat berdan. |
| Abdullah Alhesen | 14/6/2025 | Gundewarê Quneytirayê | Artêşa Îsraîlê | Li gunewarê Quneytirayê hat binçavkirin û piştî demekê hat berdan. |
| Abdullah Alhesen | 1/7/2025 | Quneytirayê | Ewlekariya Giştî ya hikûmete veguhêz | Ji ber hevkariya bi rojnamevaneke biyanî re tê binçavkirin. |
| Bekir Alqasim | 27/8/2025 | Îdlib | Istixbarat Tirk | Tevî hevjîna xwe li Idlibê tên binçavkirin. Hevjîna wî ber didin û wî jî radestî istixbarata Tirk dikin. |
| Amêr Matar | 9/9/2025 | Dîmeşq | Ewlekariya Giştî ya hikûmete veguhêz | Dema dergeha sînorê ya bi Lubnanê re derbas dikir, hate binçavkirin. |
| Îyad Şerbecî | 14/12/2025 | Dîmeşq | Ewlekariya Giştî ya hikûmete veguhêz | Hat idîakirin ku dozek li dijî wî hebû û li gorî wê jî hate binçavkirin ku piştî çend saetan serbest tê berdan. |
| Bîlal Abdullkerîm | 23/12/2025 | Gundewarê bakurê Helebê | Ewlekariya Giştî ya hikûmete veguhêz | Rojnamevanekî Amrîkî ye û bi ser komên tundrew ve ye. |
KUŞTIN
| Nav | Dîrok | Cih | Sûcdar | Şîrove |
| Îbrahîm Ecac | 22/1/2025 | Hema | Ne nas | Wênegirê ajansa Sana ye, li bajrê Hemayê bi destê çekdarên nenas ve hat kuştin |
| Şervan Sîdo | 15/2/2025 | Gundewarê Kobanê, Bendava Tişrîn | Artêşa Tirkiyê | Bi nasnav; Egîd Roj, di encama bombebaran dewleta Tirk ser girseya gel de, jiyana xwe ji dest dide |
| Mihemed Îsmaîl | 4/5/2025 | Gundewarê Humus | Ne nas | Rojnamevan û pêşkêşvanê Sûrî, pêş mala xwe li gundewarê rojavayê bajarê Humus ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin |
| Mihemed Alxîtî | 24/5/225 | Alqelemûn | Ne nas | Piştî 18 rojan wenda dibe, termê wî li cihekî nêzî bajarokê Ceyrûd ê Qelemûnê tê dîtin |
| Mihemed Ekrem Al Elî | 24/6/2025 | Humus | Ne nas | Di 6 Sibata 2025an de tevî bavê xwe wenda dibin, piştî zêdetirî sê mehan termên wan tên dîtin |
| Kendî Al Udaî | 3/8/2025 | Dêrazor | Ne nas | Piştî ji Almanyayê vedigere Sûriyê, li mala zwe ya li taxa Alcûra ya bajarê Dêrazorê, daleqandî tê dîtin |
| Sarî Mecîd Şûfî | 14/7/2025 | Siwêda | Ne nas | Dema bûyerên gundê xwe Te`ara ê rojavayê Siwîdayê dişopandin, bi destê komek çekdarên nenas ve tê kuştin |
| Hesen Al zû`ibî | 16/7/2025 | Siwêda | Ne nas | Piştî ku ji aliyê Şêxê Durziyan Yûsiv Alcerbû`i ve tê vexwandin, di kemînekê de tê kutşin |
| Mehmûd Ehmed Alhiso | 16/7/2025 | Siwêda | Na nas | Piştî ku ji aliyê Şêxê Durziyan Yûsiv Alcerbû`i ve tê vexwandin, di kemînekê de tê kutşin |
BIRÎNDARÎ
| Nav | Dîrok | Cih | Sûcdar | Şîrove |
| Awaz Elî | 8/1/2025 | Bendava Tişrînê | Artêşa Tirk | Di encama bombebarana dewleta Tirk ser karwaneke gel de, li Bendava Tişrînê birîndar dibe |
| Nedîm Alnabilsî | 15/1/2025 | Siwêda | Artêşa Îsraîlê | Nûçegihanê Ehrar Horan, di encama bomberdomana dironeke Îsraîlê de, bi parçeyekê birîndar dibe |
| Ciwana Cuma | 16/1/2025 | Bendava Tişrînê | Artêşa Tirk | Di bomberdoma Tirkiyê ser Bendava Tişrînê de, bi parçeyekê birîndar dibe |
| Muhened Saxir | 18/1/2025 | Bendava Tişrînê | Artêşa Tirk | Nûçegihanê kanala KNN di hedefgirtina Tirkiyê ji karwanê sivîlan re, li Bendava Tişrînê birîndar dibe |
| Leyla Ebdî | 22/1/2025 | Bendava Tişrînê | Artêşa Tirk | Dema êrişên Tirkiyê ser Bendava Tişrînê dişopandin, birîndar dibe |
| Çekdar Hac Mehmûd | 22/1/2025 | Bendava Tişrînê | Artêşa Tirk | Nûçegihanê Stêrk TV dema êrişên Tirkiyê ser Bendava Tişrînê dişopandin, birîndar dibe |
| Mihemed Badilî | 22/1/2025 | Bendava Tişrînê | Artêşa Tirk | Nûçegihanê kanala Ronahî TV, dem êrişên Tirkiyê ser Bendava Tişrînê dişopandin, birîndar dibe |
| Hêvda Hebûn | 22/1/2025 | Bendava Tişrînê | Artêşa Tirk | Dema êrişên Tirkiyê ser Bendava Tişrînê dişopandin, birîndar dibe |
| Dilovan | 22/1/2025 | Bendava Tişrînê | Artêşa Tirk | Dema êrişên Tirkiyê ser Bendava Tişrînê dişopandin, birîndar dibe |
| Dijwar Elîşêr | 22/1/2025 | Bendava Tişrînê | Artêşa Tirk | Dem êrişên Tirkiyê ser Bendava Tişrînê dişopandin, birîndar dibe |
| Zêne Şehle | 4/6/2025 | Dîmeşq | Ne nas | Dema beşdarî mitînga protestokirina êrişên ser Siwêdayê bibû, Ji aliyê komek çekdar ve rastî lêdanê tê |
| Riyad Alhasan | 10/7/2025 | Gundewarê Dêrazorê – Almeyadîn | Ewlekariya Giştî ya hikûmete veguhêz | Rastî lêdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hikûmeta Veguhêz tê |
| Betûl Alelî | 5/10/2025 | Lazîqiya | Ne nas | Tevî bavê xwe Semîr Alelî, li mala xwe, ji aliyê girûpeke nenas ve rastî gulebaranê tên |
| Wîsam Alewad | 10/10/2025 | Minbic | Ewlekariya Giştî ya hikûmete veguhêz | Nûçegihana kanala Heleb Alyoum, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şamê ve rastî lêdanê tê |
PÊŞNIYARÊN RAPORÊ:
- Hêsankirina karê rojnamegeriyê li hemû deverên Sûriyê û di çarçoveya gerantiyên yasayî yên li gorî pîvanên çapemeniya pîşeyî de, misogerkirina azadiya pratîzekirina wê.
- Hesab ji hemû alî û kesayetên ku xîtaba dijatî, nefret û sorkirinê li dijî rojnamevanan û hemû pêkhateyên Sûriyê bikar tînin, çi îro û çi sibe be, were xwestin.
- Hemû alî û kesayeta ku teşwîqî binpêkirina qanûnê dikin û gefê li aşîtiya civakî dixwin, werein darizandin ku sorkirin weke sûcekî li dijî yasayê were hesibandin.
- Hemû binpêkirinên ji aliyê medyaye li Sûriyê û rojnamevanan ve ku bi armanca kûrkirina cudakariyê û derbkirina aşîtiya civakî tên kirin, werin belgekirin.
- Eşkerekirina çarenûsa rojnamevanên bi zorê hatine xeybatkirin di nav de jî rojnamevan Ferhad Hemo ku 15 Kanûna 2014an li ser rêya Qamişlo – Til Koçer ji aliyê rêxistina DAIŞ ve hatibû revandin.
- Hemû yasayên ewlekariyê ku azadiya raman û derbirînê, li tevayî Sûriyê asteng dikin, werin betalkirin.
- Pêşîlêgirtina ji çewsandina ragihandina ku xizmetî berjewendiyên desthilatê û binpêkirinan rewa dike.
- Bicîhanîna madeya 19an a Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan, ku dibêje her kes xwediyê mafê azadiya raman û derbirînê ye.
- Xortkirina bernameyên perwerdeyên pîşeyî yên rojnamevanan, û li hemberî berovajîkirina medyayî, pêşxistina jêhatiyên wan ên meydanî û piştrastkirina agahiyan.
- Dabînkirina mekanîzmeyên bi bandor ji bo rojnamevanan, di nav de sîgorteya tendirustî, piştgiriya qanûnî û pergalên giliyan li dijî gef û destdirêjiyê.
- Piştghiriya ragihandina serbixwe û insiyatîfên xwecihî ku rastiya Sûriyê bi awayekî objektîf û hevseng nîşan didin û piştgiriyê didin pirrengiya çandî û civakî.
- Ji bo pevguhertina ezmûnan û parastina rojnamevanan ji xeteriyên têkildarî şopandina pevçûnan, xurtkirina hevkariya navneteweyî di navbera saziyn çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî de.
Têbînî:
Ji ber şert û mercên awarte yên bi êrişên li ser herêmê de derketin holê û bûn sedema zehmetiyên teknîkî, raporta binpêkirinên li dijî rojnamevanan li Sûriyê ya sala 2025`an ku YRA salane diweşîne, derneg ma.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA







