Piştî Rêwîtiyek Dirêj… Helbesvan Û Hevkarê Çapemeniya Azad Ehmede Huseynî Koça Dawî Kir

0 40

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi xemgînî nûçeya koça dawî ya helbestvan û hevkarê çapemeniya azad Ehmed Huseynî pêşwazî dike ku îro di temenê 71 salî de, li paytexta Swêdê; Stokholmê piştî têkoşîna çend salan li dijî nexweşiya kansera pişikê jiyana xwe ji dest da.
Helbestvan û endamê çapemeniya azad Ehmed Huseynî yek ji dengên çanda Kurd ê bi nav û deng bû ku beşek mezin ji jiyana xwe di xizmeta wêje û çanda Kurdî de derbas kir.
Muhra wî di tabloya edebiyata Kurdî de bi rêya gelek dîwanên helbestê û berhemên raman û wergerên wî de diyarker bû. Her wiha beşdarî çalakiyên çandî yên li diyasporê bû û yek ji damezrînerên Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li Ewropayê bû.
YRA; carek din, xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya helbestvan û hevkarê çapemeniya azad Ehmed Huseynî tîne ziman, ji malbat, dost, hevkarên wî yên çandî û medyayî re sersaxiyê dixwaze, di heman demê de tekez dike ku;

Leave A Reply

Your email address will not be published.