Radyo Platformek Azadiya Ramanê û Kevirkoşeya Avakirina Civakan E

0 59

Bi boneya Roja Cîhanî ya Radyoyê, ku her sal di 13ê Sibatê de ye, em rêzdariya xwe ji hemû saziyên ragihandinê, nemaze Radyo û karmendên wan re ji ber rola wan a girîng di veguhestina rastiyê, xurtkirina hişmendiya civakî û tekûzkirina nirxên diyalogê û hev qebûlkirinê de, nîşan didin.

Ji destpêka xwe ve, stasyonênên radyoyê veguherîbûn qadeke azadiya derbirînê û platformeke dengê gel. Rolek girîng di avakirina hişmendiya çandî, civakî û xurtkirina giyana hevgirtina hemû pêkhateyên civakê de lîstiye. Bi şiyana xwe ya xwegihandina hemû beşên civakê, di bin hemû şert û mercan de, hîna ew rol û bandor wenda nekiriye.

Ev roj di nav zehmetiyên mezin ên rûbirûyî pîşeya çapemniyê, sînordarkirina azadiya ragihandinê, armancgirtina rojnamevanan û bilindbûna tirsnak a sîstematîk a xîtaba nefretê ku gefê li aşîtiya civakî dixwe, tê bi bîranîn. Em tekez dikin ku azadiya ragihandinê kevirkoşeya avakirina civakên demokratîk ê li ser bingeha zelalî û lêpirsînê ye.

Em bang li hemû dezgehên ragihandinê, nemaze radyoyan dikin ku misyona xwe ya pîşeyî û mirovî dewam bikin, rêzgirtina ji cihêrengiya çandî û olî re xurt bikin, xebata ji bo belavkirina nirxên azadî û edaleta civakî berdewam bikin û bi berpirsiyarî nêzî doz û fikarên civakê bibin.

Di dawiyê de, em tekez dikin ku ragihandina azad, gerantiya rasteqîn a dengê civakê û azweriyên wê ye.

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA

13 Sibat 2026

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.