Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da
Yek ji kedkarên Çapemeniya Azad rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol di temenê 73 saliyê de jiyana xwe ji dest da.
Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnamevan Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da.
Aykol,di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê.
Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çûbû ser mejiyê wî û di beşa çavdêriya awarte de dihat dermankirin.
Aykol li qada rojnamevanî û weşangeriyê 51 sal li pey xwe hiştin, 36 salên xwe fedayê Çapemeniya Azad kir.