YRA Û YRJ Semînerek Bi Boneya Roja Cîhanî Ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan Li Dar Dixin

0 44

Komîteya Jin a Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA û Yekîtiya Ragihandina Jin – YRJ, îro li navenda YRA li Qamişlo, bi boneya Roja Cîhanî Ya Têkoşîna Li Dijî Tubdiya Li Ser Jinan semînerek bi sernavê “Di Navbera Ezmûnên Herêmî û Peymanên Navneteweyî De, Qanûnên Parastina Jin” li dar xistin.
Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA Evîn Îbrahîm, bixêrhatina beşdarên jin kir û ew vexwandin deqeyek rêzgirtinê.
Semînera ku bi beşdariya gelak çalakvan, hiqûqnas û rojnamevanên jin li dar ketiye, ji aliyê dadwer Aynûr Zêd Paşa ve hate dayîn.
Di semînerê de xalên; qanûnên parastina jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mekanîzmayên parastina jinê yên navneteweyî, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, rola ragihandinê di kûrkirin û bihêzkirina çanda têkoşîna li dijî tundiyê û avakirina têgihajtina hiqûqî di vê derbarê de, hatin nîqaşkirin.
Sermîner bi armanca avakirina zanyariyek giştî di derbarê qanûn û zagonên parastina jinê û vekirina deriyên diyalogê û pêşxistina wê û tekûzkirina li ser rol û misyona ragihandinê di vê doza çarenûsî de.
Beşdarên semînerê bal kişandin ser girîngiya rola pêşeng a jina rojnamevan û bandora wê di teyisandina êş û tundiya li ser jinê û derxistina zagonên jinan diparêzin de, her wiha tekezî li diyaloga ku dikare rê li ber tundiya li ser jinan bigire û çareseriyê peyda bike hat kirin, girîngiya lêkolînkirina qanûnên navneteweyî yên parastina jin, hevkariya navbera saziyên jinê û hevpeymana civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.