Ronahî TV… Pencereya Gelên Sûriyê Ya Heqîqetê Ye
Em bi navê Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, 14`mîn salvegera damezirandina Ronahî TV, ku di rêwîtiya xwe de isbat kiriye ne tenê kenaleke TV ye, lê belê projeyek mirovî û hizir e û roleke girîng di avakirina hişmendiya civaka demokratîk de dilîze, pîroz dikin.
Ronahî TV ku deng û giyana Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye, bi rêya bername û naverokên ku azadî û têkoşîna jinê navenda peyama wê ye, nirxên azadî, edalet û wekheviyê tekûz kirin. Bi vî awayî jî hebûna xwe weke hêzeke civakî ya pêşeng di avakirina pêşeroja Sûriyê de xurt kir.
Tevî hemû cudayiyên etnîk û baweriyan bû dengê hevbeş ê hemû Sûriyeyiyan û eynika êş, azar û bendewariyên ber bi pêşerojeke azad ve ku rûmet û mafê mirovan diparêze. Bi saya xîtaba wê ya giştî, veguherî çireyeke Sûriyeyiyên heyranên azadiyê û qadeke ku pirrengiya civaka Sûriyê hembêz dike, diparêze.
Îroj, Ronahî TV weke çireyekê û stûneke ragihandina azad li ser lingan e, rastiyan radigihîne, hişmediya demokratîk ava dike û rola xwe ya dariştina ragihandina ku nirx û xeyalên mirovahiyê ifade dike, didomîne.
Ronahî TV her sal bi hêztir, bandortir û geştir be.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
21 Mijdar 2025