Daxuyaniya YRA Di salvegera şehadeta Îsam Abdullah û Rustem Cîlo de

0 55

Weke vê mehê, em bi minetdarî du siwarên heqîqetê, hevkarê me yê şehîd Îsam Abdulah 19 Mijdara 2022`an li gundê Teqel Beqel ê Dêrikê û hevakrê me yê şehîd Selah Sîdo (Rustem Cîlo) 11 Mijdara 2016`an li Şehba, ku di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûne, bi bîr tînin.

Hedefgirtina hevkarê me Îsam Abdulah, endamê Ajansa Nûçeyan a Hawarê – ANHA, sûcekî belgekirî ku gelek rêxistinên herêmî û navneteweyî yên mafê mirovan, çapemenî û hiqûqî di nav de UNESCO jî, şermezar kirin e. UNESCO tekez kir ku êrişa li ser rojnamevanên erkên xwe pêk tînin, êrişa rasterast a li dijî qanûnên navneteweyî û heqîqeta rola cewherî ya ragihandinê di derxistina rastiyan de ye. Tevî ku sê sal di ser vê sûcê û bangewaziyên edaletê re derbas bûne jî, artêşa Tirk hedefgirtina xwe ya bi zanebûn û sîstematîk ji rojnamevan û sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dewam dike.

Şehîd Rustem Cîlo ku mînaka wêrekî û pabendiya bi rastiyê re bû, ji bo veguhestina deng û êşa gel li Şehbayê, canê xwe feda kir. Bi vî awayî jî tevlî kerwanê şehîdên çapemeniyê ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şehîd bûne, dibe.

Em di salvegera herdu şehîdan de tekez dikin ku;

  • Hedefgirtina ronamevanan sûcekî şer û binpêkirinek berbiçav ji qanûnên navneteweyî û mirovî re ye.
  • Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên parastina rojnamevanan dikin ku helwestekî cidî nîşan bidin û ji Tirkiyê, ji ber sûcên li dijî rojnamevan û sivîlan dike, hesab bê pirsîn.
  • Em pabendiya Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, ji bo berdewamiya misyona xwe ya parastina rojnamevanan û piştgiriya rola wan a belgekirina sûc û binpêkirinan, piştrast dikin.
  • Em soz didin şehîdên xwe, malbat û hevkarên wan ku gotin, wêne û helwestên wan bibin çireyek ku rêya hemû kedkarên ragihandina azad ronî bikin.

Şehîdên heqîqetê rûmeta me ne.

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA

20 Midarê 2025

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.