Du Mehên Dawî 23 Êriş Li Şerîaya Rojava Hatin Tomarkirin

0 26

Li gorî Komîteya Paratina Rojnamevanan, 23 rojnamevanên Filistînî û navneteweyî li Şerîaya rojava, di nava herdu mehên Cotmeh û Mijdarê de, rastî 11 êrişan hatine.
Li gotî Komîteya Parastina Rojnamevanan, êriş ne tenê li dijî rojnamevanên Filistînî bûn, lê belê hemû rojnamevanên ku tundûtûjiya zêde ya nişteciyan dişopînin hedef girtin.
Komîteyê işaret bi wê yekê kir ku; 8 Mijdarê de, nişteciyên Îsraîlî rûyên wan bi maske bi dar û alavên tûj êrişî komek rojnamevanên ku nûçeyên berhevkirina zeytûnan li gundê Bêta ya Bakurî Şerîaya Rojava dişopandin kirin û bi kêmanî 5 rojnamevan birîndar kirin.
Her wiha di 19 Cotmehê de, rojnamevanê Amerîkî Casbir Nasanyal, li gundê Termesiya yê bakurê Ramalah, rastî êrişa bi keviran hat û cama erebeya wî şikandin.
Di 10 Cotmehê de jî, 4 rojnamevanên Filistînî; Cafer Aştiye ji FrancPress, Wehac Benî Muflih ji Toreya Qudus a Nûçeyan li Ramalah, Suca Alelemî ji kanal Algad li Qahîra û Yezen Hemayil ji kanala Alfecir a Filistînî, dema ku êrişeke niştciyan li ser cotkarên gundê Bêta ya başûrî parêzgeha Nablisê dişopandin, hatin hedefgirtin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.