Pêşengeha Şehîd Herkol A Pirtûkan Kuponek Taybet Pêşkêşî Endamên YRA Dike
Duh, roja Duşemê 20 Cotmehê, li Qamişlo, nehemîn Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol, bi diruşmeya (Pirtûk Kilîta Şaristaniyê ye) dest pê kir.
Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi beşdariya 51 weşanxane, sazî û dezgehên ji Sûriyê, Îraq, Tirkiyê, Lubnan, Siwêd û Belcîkayê hatiye organîzekirin.
Di pêşengehê de 140 Hezar pirtûk li ser 14 Hezar sernavan hatine belavkirin, tên pêşandan. Di heman demê de wê rojane semînerek, çalakiyên îmezekirina pirtûkan û şevuhêrkên hunerî werin lidarxistin.
Organîzatorên pêşengehê, li gorî lihevkirinekê bi Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA re, wê ji bo endamên YRA kuponek bi qasî 10 Dolaran pêşkêş bikin ku ew jî dikarin di pêşengehê de bi kar bînin.
Hêjayî gotinê ye ku Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol ku li hola Paraka Azadî li Qamişlo tê lidarxistin, wê heya 26 Cotmehê rojane ji saet 10.00 heya 21.00 deriyên xwe ji mêvanan re veke, her wiha wê wesayîtên veguhestinê yên bêpere ji wan re dabîn bike.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA