YRA 14`mîn salvegera Rojnameya Ronahî pîroz dike

0 54

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya 14mîn salvegera damezirandina Rojnameya Ronahî, pîrozbahiyên germ li rojnamevanên wê yên mêr û jin, rêvebir, kedkarên wê û her kesê beşdarî rêwîtiya wê ya destpêkê wekî yekem rojnameya fermî li Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye, dike.

Damezirandina Rojnameya Ronahî, di qonaxeke girîng de, weke hewce û mafekî dîrokî hat da ku bibe belgeyeke fermî ku bi herdu zimanên Erebî û Kurdî rastiya şorşa li Rojava belge bike û bibe platformek ku dengê gelan û berxwedana wan ji bo azadî û demokrasiyê nîşan bide. Lew re jî, damezirandina wê nûnertiya rêbaza rojnamegeriya azad dikir ku cihê xwe di pêşengiya parastina azadiya derbirînê û mafê diyarkirina çarenûsa civakan de girt.

Rojnameya Ronahî bi rêya misyona xwe ya pîşeyî û berpirsiyariya xwe ya neteweyî, roleke girîng di dagirtina valahiya çapemeniyê de lîst ku desthilatdaran hewl didan ji bo veşartina siyasetên xwe yên li dijî azadiya gel biafirînin. Ji ber vê jî temsîla dengê hemû pêkhateyên Sûriyê û vîna wan a ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk dikir.

Em salvegera damezirandina Rojnameya Ronahî pîroz dikin û piştgiriya xwe ji bo hemû saziyên ragihandina azad piştrast dikin. Di heman demê de tekez dikin ku em bi destkeftiyên Rojnameya Ronahî serbilin in û ji bo misyona we ya avakirina ragihandina azad serkeftinê dixwazin

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA

Leave A Reply

Your email address will not be published.