YRA Serdana Boruya Daîreya Ragihandinê Li Amûdê Dike

Şandeyek Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, duh roja Duşemê, serdana Boruya Daîreya Ragihandinê li Amûdê kir û rewşa ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kir.
Şandeya YRA ku ji herdu hevserokan; Idrîs Henan û Evîn Îbrahîm, Şêwirmend û Berpirsê Boruya Têkîliyan Bunyad Cizîr ve pêk dihat, ji aliyê Hevserokê Boruya Daîreya Ragihandinê li Amûdê hevkar Hogir Necar ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de rewşa ragihandinê, awayên çareserkirina pirsgirêkan, pêşxistina meslekî û avakirina têgihaştinek azad ku karibe di her dem û cihî de rastiyan bêalî veguhêze, hatin nîqaşkirin.
Di dawiya serdanê de, herdu aliyan tekezî li berdewamiya danûstandinan kirin ku karibin bi hev re çi astengiyên derdikevin pêşberî bidestxistina agahiyan derbas bikin û ji bona hemû hevkarên rojnamevan bibin lêveger û sîwan.