YRA Bi Boneya Roja Qurbaniyên Wendahiyên Bi Zorê Daxwaze Naskirina Çarenûsa Rojnamevan Ferhad Hemo Dike
Bi boneya Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Wendahiyên bi Zorê, Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû kiryarên revandin û wendakirina bi zorê yên li dijî kedkarên ragihandinê û rojnamevanan ku bi armanca bêdengkirina heqîqetê û terorîzekirina civakê pêk tên, şermezar dike.
Bi vê boneyê em hevkarê xwe yê rojnamevan Ferhad Hemo yê ku ji aliyê çekdarên rêxistina teror a DAIŞ`ê ve 15.11.2014`an hatibû revandin û hîna çarenûsa wî ne diyar e, bi bîr tînin.
Wendakirina bi zorê, revandina rojnamevanan û qetilkirina wan, bi hemû pîvan û prensîban, sûc û kiryarên şer in ku dixwazin civakê ji mafê xwe yê naskirina heqîqetê bê par bihêlin û bingehên rojnamegeriya ku rastiyê vediguhêze, derb bikin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser wan bingehan, bang li aliyên têkildar, rêxistinên navneteweyî yên pîşeyî û yên mafê mirovan dike ku bi lezgînî destwerdanê bikin û zextê bikin da ku:
Çarenûsa hemû rojnamevanên bi zorê hatine wendakirin, di serî de rojnamevan Ferhad Hemo, tavilê erşkere bibe.
Ji bo ku tavilê serbest werin berdan jî, bê şert û merc, xebat werin kirin.
Tedbîrên pratîk, bi bandor û têrker bigirin ku rojnamevan û kedkarên ragihandinê li herêmên şer biparêzin û ewlehiya wan misoger bikin.
Hemû alî û aktorên ku di beşdarî van sûcan bûne, berpirsiyar bên dîtin û li dadgehên navneteweyî bên darizandin.
Dengê heqîqetê ji hemû dengên derew bilindtir e. Rojnamevan jî wê erkên xwe yên veguhestina zanîn û rastiyê, tevî hemû dijwarî û metirsiyan, bidomînin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
30.08.2025