YRA pêncemîn salvegera damezirandina YRJ pîroz dike

0 13

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA bi mesajekê 5’mîn salvegera damezirandina Yekîtiya Ragihandina Jin – YRJ pîroz kir.

Bi boneya 5’mîn salvegera damezirandina Yekîtiya Ragihandina Jin -YRJ, Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA mesajek pîrozbahiyê weşand. Di mesaja YRA de ev tişt hat gotin:

Pîrozname bo Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ
Bi boneya pêncemîn salvegera damezirandina Yekîtiya we ya pêşeng YRJ, em dilxweşî û pîroziyên xwe ji we re dişînin. YRJ kevirê bingehîn di xurtkirina deng û rolê jina ragihîner de cih girtiye û ji bo guherîn û avakirina têgihajtina civakî, rola bingehîn girtiye ser xwe.
YRJ bi serketinên xwe yên berbiçav cihê jina ragihîner bilind kir û weke beşek biryardar di warê ragihandinê de bi cih kir. Bi xebatên xwe yên profesyonel û pêşeng, babeta ragihandinê dewlemend kir û hebûna jinan di vî warî de xurt kir.

Em hewildan û berdewamiya keda we yên pêşeng weke hewceyeke pêkve jiyanê dinirxînin. Her wiha piştgirî û dilsoziya we ji bo pêşxistina ragihandinê, kedek mînak û cihê rêzê ye.
Bi pêşengiya we, avakirina hevjiyana azad misoger dibe. Bi vê boneyê, em carek din ji xebat û keda we ya pêşeng re serkeftinê dixwazin.

Yekîtiya Ragihandina Azad -YRA
28.06.2025

Leave A Reply

Your email address will not be published.