Daxuyanî ji bo raya giştî

0 62

Îroj di saetên piştî nîvro de, li paytexta Sûriyê Şamê, Hêzên Ewlekariya Giştî (El-emin El-am) ên girêdayî Hikûmeta Sûriyê avêtin ser mala Endamê Meclîsa Giştî yê Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Ereb li Sûriyê, Hesen Zaza û bêyî sedem nîşan bidin, ew ber bi cihekî nenas ve birin.

Weke parêzvanên mafên rojnamevanan û azadiya wan, em bang li aliyên têkildar ên girêdayî Hikûmeta Şamê dikin ku çarenûsa hevkarê me Hesen Zaza eşkere bikin û di zûtirîn dem de serbest berdin. Her wiha divê berpirsyariya xwe ya parastina jiyana rojnamevanan ku dengê rastiyê ne pêk bînin û ji bo karê wan, heyamek ewle û guncaw dabîn bikin.

Em bang li sazî û dezgehên navneteweyî yên eleqedar û saziyên mafê mirovan dikin ku bi erkên xwe rabin û çarenûsa hevkarê me Hesen Zaza eşkere bikin. Êdî tabloya li Sûriyê xeternak bûye divê saziyên navborî ji bo parastina rojnamevanan li Sûriyê û misogerkirina şert û mercên rojnamegeriyeke azad bixebitin. Her wiha em tekez dikin ku Hikûmeta Şamê berpirsyarê ewlehiya hevkarê me yê binçavkirî Hesen Zaza û her rojnamevanekî ku dibe rastî xeteriyan were ye ku divê binpêkirinên li dijî rojnamevanan rawestin.

Em weke Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, binçavkirina hevkarê xwe ji aliyê Hêzên Ewlekariya Giştî (El-emin El-am) bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo wî û hemû rojnamevanên ku rastî astengî û binpêkirinan tên radigihînin, her wiha em ji Hikûmeta Sûriyê daxwaz dikin ku zexta li ser rojnamevanan rawestîne û hevkarê me Hesen Zaza bi lez di zûtirîn dem de serbest berde.

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA

27.06.2025

Leave A Reply

Your email address will not be published.