Encamnameya Kongeya 7’an a YRA

0 29

Yekîtiya Ragihandina Azad kongerya xwe ya 7’an li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna 150 delege û hejmarek —— mêvanên ku nûnertiya sazî û dezgehên fermî yên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin,Kesayetên rewşenbîr û nûnerên pêkhateyên herêmê  lidar xist.

Kongra bi rêzgirtinê destpê kir û paşê axaftina vekirinê bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê Hevserokatiya Berê ya YRA’yê ve hate kirin, her wiha li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serokê Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Ibrehîm ve axaftin hate kirin. Peyam û nameyên ji saziyên Hevalên Yekîtiya Ragihandina Azad û di serî de Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevaniya Erebî ku YRA’ê cihê xwe di nav de digre, hatin xwendin. Piştî axaftin û xwendina peyaman bi dawî bûn, ji bo rêveberiya Kongreyê dîwanek ji 5 kesan hate hilbijartin.

Dîwana Rêveberiya Kongreyê, civîna Kongreyê bi awayekî ji ragihandinê re girtî dewam kir.

Dîwana Kongreyê Rapora Desteya Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Azad ku ji Kongreyê re hatibû amadekirin, bi zimanên erebî û kurdî, ji beşdaran re xwendin.Li ser naveroka raporê û xalên tê de hatibûn bi cih kirin bi awayekî berfireh nerîna delgeyan û rexneyên wan hatin girtin. Dîwana Kongreyê rapor xist dengdayîna Kongreyê û ji aliyê delegeyan ve hate erêkirin.

Piştî erêkirina raporê reşnivîsa Rêziknameya Yekîtya Ragihandina Azad ku ji aliyê Komîteya Amedekar a Kongreyê ve hatibû amadekirin, bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin.

Li ser naveroka wê bi bi awayekî berfireh ji aliyê delgeyan ve nîqaş hate kirin. Di encama nerîn û rexneyên delegeyan de delegeyan de guhertin û sererastkirinên pêwîst hatin kirin. Paşê Reşnivîsa Rêziknameyê bi şeklê xwe yê dawî ji bo dengdayînê, ji Kongreyê re hate pêşkêş kirin. Bi piraniya dengan ji aliyê beşdaran ve hate erêkirin.

Di beşê dawî yê Kongreyê de navê namzetan hatin girtin û hilbijartin hatin lidar xistin. Di hilbijartinan 2 hevserok  û meclîsa Yekîtiya Ragihandina Azad ku nûnertiya hemû herêman û kotaya wekheviya zayendî di ber çavan re derbas bike, hatin hilbijartin.

Êdî wê Meclîsa nû ya Yekîtiya Ragihandina Azad erkdare di civîna xwe ya destpê de Desteya Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Azad ji nave xwe hilbijêre.

Kongreya me di demeke hestyar ku li welatê me Sûriyaya guhertinên mezin têne jiyankirin, tê lidarxistin. Bi wesîleya vê kongreyê Yekîtiya Ragihandina Azad wê hewl bide di dema pêşde xwe li gorî berpirsyariya nûnertiya hemû civaka Sûriyayê bike, tevbigere û xebatên xwe li ser wî sesasî hîn berfirehtir bike.

Xebata YRA’yê ku li ser mîrasê şehîdên Heqîqetê bi bi pêşengtiya dehan şehîdan hatiye birêve diçe. Li ser wî esasî di dawiyê de em di şexsê Mamosteyên Ragihandina Azad ên mezin Şehîd Seyîd Evren û Ezîz Koylugulo û di şexê Ciwanê Ragihandinê Şehîdên me yên Bendava Tişrînê Nazim Daştan, CÎhan Bilgîn û Egîd Roj hemû şehîdên xweyên ragihandina azad bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.

Meclîsa Giştî ya YRA’yê ji herdû hevserokan Idrîs Henan û Evîn Ibrehîm ji 25 kesan pêk tê.

NAVÊ ENDAMÊN MECLÎSA GIŞTÎ YA YRA’YÊ:

 

  • Dîcle Ehmed
  • Mihemed Mustefa
  • Mihemed Ebdo
  • Sozdar Weqas
  • Ferîde Hemkê
  • Ehmed Esaf
  • Mizgîn Elî
  • Mihemed Xelîl
  • Basil El-Hiwêş
  • Zehra El-Salih
  • Bunyad Cizîrî
  • Ehmed Semîr
  • Silava Ebdulrehman
  • Zinar Cefer
  • Stalîn Osê
  • Ronak Şêxê
  • Hesen Zaza
  • Solîn Serhan
  • Hêvîdar Xelef
  • Alan Etê
  • Mîdya Ferho
  • Siyamend Elî
  • Stêrk Efrîn

NAVÊ ENDAMÊN YEKDK:

  • Samir Hena
  • Novîn Ismaîl
  • Esma Mustefa
  • Osman Pulut
  • Ebdela Şikakî

Meclîsa Giştî ya YRA’yê tevî herdû hevserokan ji bo Desteya Rêveber a YRA’yê 9 endam ji nava xwe hilbijartin.

 

Herdû hevserok jî di nav de navê Endamên desteya rêveber ev in:

  • Bunyad Cizîrî
  • Dijle Ehmed
  • Ferîde Hemkê
  • Mihemed Xelîl
  • Ronak Şêxê
  • Zinar Cefer
  • Ehmed Semîr
  • Solîn Serhan
  • Stêrk Efrîn

YEKÎTIYA RAGIHANDA AZAD (YRA)

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.