Dewleta Tirk ku di êrişan xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xetimiye, bi kîna xwe ya dijminane êrişî Bendava Tirşrînê dike. Bendavê bombebaran û topbaran dike. Ev çend roj in êriş derketine asta herî jor. Ji ber wê jî metirsî li ser bendavê çûbû.
Gelê herêmê bi armanca parastina bendavê berê xwe didin wê der da ku bendavê biparêzin. Ji bedenên xwe mertalên zindî ava kirine. Ji bo helwdana gel têk bibe, dewleta Tirk çend caran êrişî sivîlan dike. Di encamê de hejmarek şehîd û birîndarên sivîl çêbûn.
Tevî şehîd û birîndarên sivîl çêbûn, dewleta Tirk êrişên xwe yên bi balafirên şer û bê mirov didomîne. Îro jî (16-01-2025) ber saetên êvarê bi dijwarî bombenarana li dijî sivîlan dewam kir. Di encamê de careke din hejmareke welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.
Di nava birîndaran de 3 hevalên me yên rojnamevan û xebatkarên çepemeniyê hene. Ji birîndaran nûçegihana Leyla Ebdê, her wiha Rojnamevan Hêvda Hebûn û xebatkarê ragihandinê Dijwar ElîŞêr birîndar bûn.
Hêjaye bibîrxistinê di roja 19’ê kanûna 2024’an de jî li Bendava Tişrînê Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn bi êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk de şehîd bûn û ajokarê sivîl ê li gel wan bû bi giranî birîndar bû. Li aliyê din jî rê ne da cenazeyên Şehîd Nazim û Cîhan bighêje malbatan û li warê wan werin oxirkirin. Li aliyê din jî malperên nêzî dewleta Tirk gefa gedefgirtina bi balafirên bê mirov li Nûçegihana Ronahî Tv Ciwana Cuma xwarin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ku li Bendavê derbeyên giran ji şervanan dixwin, xitimîne, ji lewra kîn û nefreta xwe li dijî sivîl û rojnamevanan derduxîne. Bi birinên xwe hemû yasa û zagonên navdewletî binpê dike.
Ji ber li gorî Banga Cinêv û hemû yasa û zagonên navdewletî ku Neteweyên Yekbûyî erê kirine, rojnamevan sivîlin û bi tu awayî nabe werin hedefgirtin. Hedefgirtina wan jî sûcê şere.
Lê saziyên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, saziyên mafê mirovan û bi taybet yên parastina rojnamevanan li beranberî êrişên dewleta Tirk bê deng in. Ev bê dengiya wan cesaretê dide dewleta Tirik ku êrişên xwe li dijî sivîlan û bi taybet rojnamevanan zêdetir bike.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di dema êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevan û sivîlan bi tundî şermezar dike. Ji saziyên navdewletî re dibêjin ku bê dengiya we cesaretê dide dewleta Tirk ku êrişên xwe zêde û dijwartir bike.
Em bang li NY, saziyên navdewletî dikin ku ji bê dengiya xwe derkevin û ji bo rojnamevan û sivîl neyên kuştin pêwiste dewleta Tirk li dadgehên navdewletî ve were darizanin.
Di dawiyê de jî em soz didin em ê tekoşîna xwe ya li ser xeta Şehîdên heqîqetê bi hêztir bidomînin.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD
Prev Post