Di van rojan de tevahî Sûriyê û herêmên me di rewşeke xeter û metirsîdar re derbas dibe. Dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê nikarîbû planên xwe li ser gelê Sûriyê pêk bîne , careke din bi bermahiyên DAIŞ’ê jî di nav de komên din ên çete êrişeke berfireh li dijî Helebê pêk anî. Çeteyan li gelek cihan komkujî pêk anîn û sînaryoya derketina DAIŞ’ê dubara kirin. Ji ber êrişan rewşeke mirovî ya dijwar derket holê.
Di encamê vê rewşê de kantona Efrîn-Şahba û taxên Şêxmeqsû ên Helebê jî rastî êrişên herî dijwar hatin. Rêveberiya Xweser, QSD’ê û Kongreya Star ji bo parastina sivîlan ketin tevgerê. Bi deh hezaran sivîl ji Şehbayê anîn herêmên bi ewle. Wer xuya dike ev êriş û planên qirêj li dijî gelê Sûriyê bi giştî û gelê kurd bi taybetî ye.
Di vê rewşa heyî de em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) ku nûnertiya sedan xebatkarên ragihandina azad dikin, bang li hemû rojnamevan, xebatkar û saziyên ragihandinê yên li ser xeta azadî û demokrasiyê têdikoşin, dikin ,ku bibin dengên rastiyê. Binpêkirin, bûyer û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî mirovahiyê pêk tên, ji raya giştî ya cîhanê re aşkere bikin.
Di vê çarçoveyê em ku xwedî artêşeke ragihandinê ya li ser erêd ne, ji bo alîkariya hemû xebatkar û saziyên ragihandinê re amde ne.
Di heman demê de em Rûddaw jî di nav de hemû saziyên ragihandênê yên di çarçoveya şerê taybet ku li ser gelê me tê meşandin de tevdigerin û bi zihniyeta serdestiya mêr dîmen û nûçeyên di xizmeta çeteyan de parve dikin û bûne xwedî roleke sereke ya di xizmet dewleta Tirk û çeteyên wê de, bi tundî şermezar dikin.
Di dawiyê de em careke din bang li tevahî xebatkar, sazî û dezgehên ragihandinê, her wiha hemû saziyên Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafê mirovan dikin ku di vê rewşa xeternak ya ku gelê me tê re derbas dibe, ji bê dengiya xwe derkevin û li dijî siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê bibin xwedî helwest.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD (YRA) Û YEKÎTIYA RAGIHANDINA JIN (YRJ)
03-12-2024