DEWLETA TIRK CAREKE DIN ÊRIŞÎ ROJNAMEVANAN KIR
Di encama êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk li navçeya Seyîd Sadiq a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê de 2 rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.
Hate zanîn ku êriş li dijî erebeya Şîrketa Chatr Production ya medyayê de 6 kes birîndar bûn.
Hêro Behadîn xebatê montajê dida meşandin û ji xelkê Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ye, Gulîstan Tar jî ji navçeya Êlih a Batmana Bakurê Kurdistanê ye, ji sala 2000’yî ve xebatên ragihandinê dida maşandin.
ROJ NEWS