JI BO RAYA GIŞTÎ:

0 89

Di çarçoveya siyaset û kirinên dermorî yên hikûmeta Îranê ku li dijî ronamevanan têne kirin, derdora 2 hefte berê cezayê darvekirinê li dijî rojnamevanan jin Bexşan Ezîzî û çalakvana jin Şerîfa Mihemedî hate birîn. Me di vê derbarê de daxuyanî da û dadgehkirina dermirovî ku xebatên ragihandinê asteng dikin şermezar kir. Em careke din piştevaniya xwe ya bi rojnamevan û çalakvanan li tevahî cîhanê dikin. Îro jî û di heman çarçoveyê de em beşdarî kampandiya Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) ku duh bi sernavê “NA JI DARVEKIRINÊ RE” li dijî hikûmê darvekirinê dan destpêkirin, dibin. Em wekî saziyeke pîşeyî ya raghandinê ji sazî û rêxistinên mafê mirovan, tevgerên jinan û saziyên rojnamevaniyê dixwazin ku beşdarî kampaniya YRJ’ê bibin. Di heman demê de em careke din daxwaza xwe ji sazî û dezgehên mirovî yên têkildar re dubare dikin ku alîkariya rojnamevnan bibin û bi lez bikevin tevgerê da ku dawî li dadgehkirinên dermirovî were û hikûmê darvekirinê bi dawî bibin.

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD 13/08/2024

Leave A Reply

Your email address will not be published.