YRJ: Emê bi pênûs û kamereyên xwe bibin dengê Pexşan û Şerîfeyan
REJIMA ÎRANÊ BI SÊDAREDANÊ JÎ WÊ NIKARE PÊŞÎ LI DAXWAZÊ AZADIYÊ BIGRE
Rejima îranê ya ku qirkerê jin û gelane, ji bo Rojnamevana Kurd û çalakvana mafê jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî cezayê sedaredanê, ango cezayê darvekirinê dan. Heman hişmendiya çewsêner ku di rastiya PDK’ê şênber bûye, weke hişmendîyekî noker û xiyanetkar ku bê hesap xizmetkariya dagirkerên Kurdistanê dike, doh piştî 227 rojên girtîgehê 3 sal ceza dane Edîtorê Rojnewsê. Em weke hempîşeyên wan vê biryara rejîma qirker ya îranê û biryara dadgehên PDK ya noker ku 3 sal hikûm dayîna Silêman Ehmed şermezar dikin.
Rêjîma dagirker û qirker ya Îranê bi polîtîkayê sêdaredanê hewil dide çavên jin û gelên azadîxwaz, hêz û kesayetê mixalif bitirsîne. Weke polîtîkayekî domdor bi benê sêdaredanê dixwaze pêşî li daxwazê azadiyê yên gelan û jinan bigre. Rejîma îranê ya ku li ser bingehê Olperestî, mezhepperestî û mêrperestiyê şekil girtiye, bi kiryarên sêdaredan, zext û çewisandinên curbe cur, bi binpêkiran mafên mirovan ne tenê zirar dide hebun û azadiya jinan, di heman demê de zererê dide nirxên hemû netew, pêkhate û baweriyan. Ji ber rejima Îranê li ser nasnameya jinan re êrîş biriye li ser hemû rengê jiyanê. Herî zêde jî bi îbret kirina kiryarên sêdaredanê hewil daye ku hêviyên jiyan azad bikuje û bi vi rengî civakekî bê vin û ya ku xwe radestî mirinê kiriye ava bikin. Rexmê ku her kêlî li ser jin û gelan benê sêdaredanê tê hejandine jî, lê belê li hember van polîtikayên dagirker û qirker di sedsala dawiyê de bi pêşengiya jinan berxwedanekî bê hempa hatiye meşandin. Jin û gelan bi vîna xwe nîşan dane ev pergala mêrperest ku hebûna xwe dispêre qirkirin û çewsandinê wê bi ti awayî neyê pejirandin û bi têkoşîna vî rihê berxwedêr jî wê ev rejîm mehkûmê têkçênê be. Ezmûnên dîrokî di her fersendekê de nîşan dane ku ya daîm ne zilma rejîmên qirker, li hember wê berxwedana azadiyê ye. Bi vî rihê berxwedêr yê azadîxwaz ê daîm, wê rojekê hemû hêzen zordest û hemû rejimê totalîter û teokratîk li beranberî vîn û hêza azadiyê binbikevin. Têkoşîna jin û gelan ya ku di nav rastiya dîrokê de her domdar bûye, nimûneya vê heqîqetê ye.
Weke tê zanîn Rêjima Îranê di roja me ya îro de bi kiryarên sêdaredanê û her cure kiryarên hovane israr dike ku jin û gelên tiyê azadiyê ne û bi taybetî jî yên di vê oxirê de li berxwe didin bi çewisînin. Çawan ku ev rejîma qirker li ser nasnameya jinê re êrişî hemû nirxên gelan dike, bi vê zanistê gelên azadîxwaz jî têkoşîna xwe li ser talebên azadiya jinê re îfade û şenber dikin. Bi zanista ku heta jin azad nebe civak û gelên bindest azad nabin, guliyê jinan ên hunandî ji berxwedana xwe re kirin sembol û daxwazên xwe yên azadiyê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan. Ev rihê berxwedêr yê ku bi ‘ Raperîna Jin Jiyan azadî” şênber bûyî li hemû cihanê deng veda û ji bo pergala mêrsalar, zayendperest û olperest ya Îranê bû tirsa herî mezin. Ji ber vê tirsa mirinê Rejîma îranê biryara darvekerinê ji bo çalakvanên Raperîna jin Jiyan azadî dide. Bi polîtîkayên girtin, kuştin, darvekirin û tecavuzan plan dike ku pêşiya girseya ku di azadiyê de bi israre bigre. Li hember van polîtîkayan dilgirtiyên azadiyê yên ku ru bi rûyê darvekirinê ne bi berxwedana xwe ya mezin, nîşan didin ku bi kuştin, girtin û sêdareyan ew xilas nabin. Bi azweriya azadiyê li ber darên sêdarê jî, têkoşîna jiyana azad mezin dikin . Bi sekna ya berxwedêr nîşan didin ku Rêjima sêdarê Jîna Emîniyek qetilkiribe jî, wê bi milyonan Jîna vejîn bin.
Hevrêya me Rojnamevana Kurd û çalakvana mafê jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ew du jinên ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê li wan birîne. Em wek hevpişeyên wan vê biryara Rejîma îranê bi hêrsekî mezin şermezer dikin û piştgiriyê dide mafê her zindiyekî azadiyê. Ji ber em bi wê bawerin ku daxwaza azadiyê mafê herkesi ye û mafekî rewa ye. Disa weke kevneşopiya çapemeniya Azad li hember xeta xiyanetê ku di Kurdistanê bûye mîna kurmê darê, ji ber em bi biryardariyekê mezin têdikoşin û ji bo kifşkirin û teşîr kirina wê dixebitin, lewra ji aliyê hişmendiya xiyanetkar û noker a PDK’ê ve dibin hedef. Ji ber hişmendiya noker ji vê sekna welatperwer ya çapemeniya Azad ditirse , hempişeyê me Silêman Ehmed hate girtin û herî dawî jî hate ceza kirin.
Weke hempîşeyên wan ji bo biryara Sêdaredan û zextên PDK’ê yê li ser hempîşeyê xwe di rojevê de bihêlin û bi vî rengî bala civaka navdewletî bikşînin ser kiryarên hovan yên Rejîma Îranê û zextên PDK’ê yên li ser çapemeniyê . Em carekî biryardariya xwe nîşan didin ku emê kar û xebatê xwe hîn mezintir bikin. Emê piştgirî bidin hemû hewildanê deşifrekirina kiryarên vê rejima zordest û emê bi weşangeriyek bi bandortir xete xiyanetkar a PDK’ê ji raya giştî ya Kurdistanî û cihanê nîşan bidin. Bi pênus û kamerayên xwe bibin dengê Pexşan û Şerîfe, Silêman Ehmed û hemû dilgirtiyên azadiyê. Heya azadiya jin û hemû gelên bindest misoger bibe û li Kurdistanê xeta xiyanetkar nemîne emê têbikoşin. Bi pênûs û kamerayên xwe emê dengê dilgirtiyên azadiyê ku ji aliyê rejima îranê ve di bin xeteriya sêdaredanê de û bi heman biryardariyê jî emê denge hempîşeyên xwe ji aliyê nokeriya PDK’ê de ve hatine girin ji raya giştî ya Kurdistan û cihanê re ragihînin.
Bi vê boneyê em di serî de bang li rejîma Îranê dikin ku ji vê biryara xwe vegere. Dîsa bang li hemû civaka nawdewletî, rêxistinên jinan û saziyên parastina mafê mirova dikin da ku xwedî li daxwazê azadiyê yê jinan derbikevin û piştgirî bidin dildarên azadiyê . Bi yatbetî jî em bang li çapemeniya demokratîk, azadîxwaz û muxalif ya cihanî dikin bi weşangeriya xwe bibin dengên van girtiyên azadiyê ku li ber sêdaredanê ne. Em di wê baweriyê de ku bi piştevaniyekî bihêz, bihêza jinê, bi bandoraya çapeminiyê emê karibin vê rejima zordest ji biryara sêdaredanê ji bo hempîşeyên me û hemû girtiyê azadiyê dane paşde vegirîn, bi piştevaniya xwe emê nehêlin ku van biryara sêdaredanê pêk bînin.
Bimre xeta xiyanet û nokeriyê
Serkeftin ya dildar û dozdarê azadiyê ye. JIN JÎYAN AZADÎ…
KOORDÎNASYONA YRJ’Ê