Nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza yê 8’ê Tîrmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de tevî du hevalên xwe yên ragihandinê birîndar bûbû, ji ber birîna wî giran bû di dema emeliyatê de şehîd bû. Bi agahiya şehadeta Rojnamevan Mirad em gelek xemgîn bû.
Ev agahî piştî di roja 8’ê Tîrmehê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk careke din erebeyek ku endamên ragihandina azad rakiribû bombebaran kir. Vê carê êriş li Şengalê bû, di erebeyê de nûçegihanên Çira TV û Çira FM ên ji bo amadekirina nûçe û raporên bi boneya salvegera komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxê ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hatbû, berê xwe didan Tilqeseba.
Di encama êrişê de nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm bi giranî birîndar bû, nûçegihana Çira TV Medya Hesen û kedkarê çapemaniya azad (ajokar) Xelef Xidir, li gel du welatî û zarokek biçûk birîndar bûn. Şevê din Mirad Mîrza yê ku bi giranî birîndar bûbû, di nexweşxaneyê de dema emeliyatê jiyana xwe ji dest da.
Mirad Mîrza jî wekî xebatkarê JIN TV Necimedîn Sînan ê di 23’yê Tebaxa sala derbasbûyî de li Rojava bi êrişên belafirên bê mirov jiyana xwe ji dest da, bû qehremanekî ragihandina azad ku di oxira heqîqetê de canê xwe feda kiriye.
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan ne tiştekî nû û tesadife, lê belê ew bi zenbûn û beşek ji komkujiya Şengalê ye. Dewleta Tirk bi van êrişan tişta wekîlê wê DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de pêk anî bi xwe didomîne. Di heman demê bi her rêbazan dixwaze Ragihandina Azad li her derê rawestîne. Lê wê qet nikaribe hêviyên xwe pêk bîne.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di serî de sersaxiyê ji malbata hevalê xwe yê Şehîd Mirad Mîrza re dixwazin, şifaya xêrê ji hevalên xwe yên birîndar re hêvî dikin. Di heman demê de bang li hemû sazî û dezgehên navdeweltî yên mafê mirovan û bi taybet ên ji bo parastina rojnamevanan kar dikin, erka xwe pêk bînin û hesab ji deweleta Tirk û hevkarên wê bipirsin. Em ji wan saziyan re dibêjin êdî şerme li ber çavên we rojnamevanan bi gelek rê û rêbazan têne kuştin heta gihiştiye balafirên bê mirov li dijî wan têne bikaranîn û hûn dengê xwe nakin.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD
12/07/2024