ÇALAKVANEKÎ RAGIHANDINÊ DI GIRTÎGEHÊN HIKÛMETA ŞAMÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA
Çalakvanê Ragihandinê yê ji bajarê Dera Xelîl Ibrehîm El-Mûsa di girtîgeha Seydnaya ya hikûmeta Şamê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî çavkaniyan El-Mûsa ji ber êşkencê hatiye kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî Xelîl Iberhîm salek berê ji ber peyamek li ser Facbookê hate weşandin, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Şamê ve hate girtin.
Piştî salek ji girtinê ji ber êşkence û rewşa dijwar di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.
Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku rêveberiya girtîgeha Sêdnaya wan agahdar kiriye ku ew di girtîgehê de miriye.
El-Mûsa ji bajarê Izre ya li rojhilatê Deraye û berê di zanîgeha Şamê de beşê ragihandinê dixwend.