LI MISIR DI TÎRMEHÊ DE 37 BINPÊKIRIN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN HATE KIRIN
Çavdêriya Azadiya Ragihandinê ya Ererbî di rapora xwe ya mehane de diyar kir 37 binpêkirinê li dijî azadiya çapemeniyê li Misrê hatin kirin.
Çavdêriyê di rapora xwe de da zanîn ku li Misrê binpêkirinên li dijî rojnamevan û xebatkarên ragihandinê zêde bûne. Bi taybet li kesên li derveyî welat ku navê hinan ji wan ketin “lîsteya terorê” de.
Li gorî raporê binpêkirinên qedexeyê û ne hiştina derketinê û her wekî din pêk hatin.
ÇAVKANÎ: ÇAVDÊRIYA AZADIYA RAGIHANDINÊ YA EREBÎ