HIKÛMETA ŞAMÊ GIRT SER MALA XEBATKARA RAGIHANDINÊ LEMA EBAS

0 28

Hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Şamê ji ber peyamek li ser Medya Dijîtal weşandiye, girtin ser mala Nivîskar û Xebatkara Ragihandinê Lema Ebas.
Lema Ebas li ser malpera xwe ya Facbookê dîmenek parve kir, tê de diyar dibû çawa hêzên ewlekariyê girtine ser mala wê. Wê û malbata xwe jî di riwê polîsan derdiketin.
Dîmenê behsa mijarê rewşa karê rojnamevaniyê ya li Sûriyê nîşan dide, ku rojane hêzên ewlekariyê digrin ser malên çalakvanên madeya dijîtal û xebatkarên ragihandinê. Ev jî ji ber rexneyên wan ên ji hikûmeta Şamê û gendeliya di saziyên wê de pêk tê.
Di bin sîwana qanûnên “Sûcên Ilkitronîk” de êdî çalakvan û xebatkarên ragihandinê nayê zanîn kîjan kêliyê ji aliyê hêzên leşkerî yên Hikûmeta Şamê ve werin girtin, an astengkirin.

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD

Leave A Reply

Your email address will not be published.