ROJNAMEVANEK RÛSÎ LI ÛKRANIYA JIYANA XWE JI DEST DA

0 16

Rayedarên Rûsiya diyar kirin ku rojnamevanê Rûsî Rotîslaf Jorlavîv ê di ajanasa Riya Nofostî de dixebite, li herêma Zaborîja ya başûrê Ûkraniya di derbeeke artêşa Ûkranî de jiyana xwe ji dest da û hejmarek rojnamevanên birîndar bûn.

Wezaret karê derve ya Rûsiya derbarê mijarê de daxuyanî da û got: “Her tişt nîşan dide ku êriş li dijî komeke rojnamevan pêk hatiye. Mijar ne tesadife. Rojnamevan raporên xwe amade dikirin û bi bomeyên goşî rastî êrişan hatin.”
Di heman demê de WA ya Elmanî ragihand ku li Ûkraniya kamervanê wan ê ji Ûkraniya Yexîn Şîlko dema bi tîma kenalê re dîmen dikşandin, birîndar bûye.

Leave A Reply

Your email address will not be published.