LI ÎRANÊ ROJNAMEVAN Û WÊNEKÊŞEK HATIN GIRTIN
Malpera Intxab a Îranê li ser Tilgramê ragihand ku rojnamevan Hisên Yezîdî li bajarê Esfehan a Îranê hate girtin.
Îzîdî di dema xwepêşandên li Îranê hate girtin û salek zindan lê hate birîn, piştî mehkê di meha sibatê de hate berdan. Berdan li gorî biryara efûya giştî ya ji aliyê rayedaran hate derxistin, pêk hat.
Li aliyê din jî saziyên ragihandinê wênekêş û çalakvanê akolojî Mensûr Ebdilmelek dema beşdarî civîna çapemeniyê dibû hate girtin. Ev bûyer li parêzgeha Mazindiran a li Bakurê Îranê pêk hat.
Ebdilmelik yek ji çalakvanên serbixwe yên beşdarî kongreya çapemeniyê ya rêveberiyê kargeha Biterûkîmya miyankele pêk hat.