LI FILISTÎNÊ ROJNAMEVAN TÊNE HEDEFGIRTIN
Li Difa Rojava a Filistînê hejmarek rojnamevanên şerê di navbera Artêşa Israîlê û çekdarên Filistînî dişopandin, rastî êrişan hatin. Rojnamevanên neçar man derkevin bi zehmetî xwe ji herêmê xilas kirin.
Komîteya Piştgiriya Rojnaemvanan gulebarana li dijî rojnamevanan û xebatkarên ragihandinê li bajarê Cenîn û kampa li Bakurê Difa Rojhilat bi tundî şermezar kir.
Komîteyê ji Yekîtî û Saziyên navdewletî û erebî yên ji bo azadiya çapemeniyê tevdigerin, kir, zextê li Israîlê bike hedefgirtina rojnamevanan li Filistînê bi dawî bike.
ÇAVKANÎ: AJANS