LI MÛSILÊ ASTENGIYÊN ROJNAMEVANAN ZÊDETIR BÛNE
Li bajarê Mûsilê yê Iraqê û bajarokên din ên Parêzgeha Nînewa karê rojnamevanan û çalakvanên sivîl têne astengkirin. Ev ji peyamên gefxwarinê û dozên dadgehê têne guhertin.
LI gorî navenda çavdêriya Mafê Mirovan a Iraqê hin berpirsyarên Iraqê ji bo astengkirina rojnamevanan dozan li dijî wan vedikin.
Têkildarî mijarê Mudîrê Çavdêriya Mafê Mirovan a Iraqê Mistefa Sedûn ji saziyên ragihandinê re axivî û got gelek doz li dijî rojnmeger û çalakvanên ragihandinê têne vekirin. Wiha jî wan asteng dikin nerîna xwe ya li ser malperên medya dijîtal û li ser saziyên ragihandinê bînin ziman.
Di nava çend mehên derbasbûyî de li parêzgeha Nînewa hemleyek li dijî çalakvan û rojnamevanan hatiye vekirin, ev jî li ser esasê rexneyên li dijî berpirsan û aşkerekirina dosyayên gendeliyê pêk hatiye.
Hate gotin di çend mehên derbasbûyî de 21 doz li dijî rojnamevan û çalakvanan hatin vekirin.
AJANSÊN NÛÇEYAN ÊN IRAQÎ