ROJNAMEVAN FIRAT CAN ARSLAN HATE DESTGÎRKIRIN
Polîsên dewleta Tirk a dagirker îro bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan a li paytexta Tirkiyê Enqereyê de girt û destgîr kir. Arslan bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hate destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.