ROJNAMEVANA SÛRÎ XELATA BAŞTIRÎN GOTAR LI LUBNANÊ WERGIRT

0 16

Rojnamevana jin a Sûrî Înas Heqî xelata baştirîn gotara li ser nivîsa xwe ya bi navê “Nameyek ji Jakî Chan re” di pêşbirka Saziya Semîr Qesîr a azadiya ragihandinê li paytexta Lubanê Bayrûtê, wergirt.

Saziya Semîr Qesîr û Yekîtiya Eworpa di her 5’ê hizêranê de pêbirka Semîr Qesîr a Azadiya Ragihandinê li parkên Qesir Serqis ên Paytext Bayrûtê, radighîne.

Xelata nûçeya raporê ya buhbarî û dîdbarî ji rojnamevanê Lubanî Mihemed Şertîh li ser rapora wî ya bi navê “Desthildariya Lubanê li ser civakê teng dike û kombna wan asteng dike” wergirt.

Xelata raporên lêkolînî jî ji para rojnamevanê Misrî Mehmûd El-Sebkî li ser rapora wî “Koçberiya bi pasportên wekî yên simsran û pasportên Ewropa li sûka reş”.

Derbarê pêşbirkê de sefîrê Yekîtiya Ewropa li Lubanê Ralif Teraf di axaftina xwe ya di şahiya belavkirina xelatan de got ku xelata Semîr Qesîr bûye zêdeyî xelatek azadiya ragihandinê, lê belê bûye meydanek sereke ya pêşxistina azadiya kesayetiyê di tevahî herêmê de.

Leave A Reply

Your email address will not be published.