LI FILIPÎNÊ ROJNAMEVAN HATE KUŞTIN

0 11

Li Filipînê Rojnamevan Krîsînşîano Bondokoîn (50) dema li ber deriyê mala xwe bû, ji aliyê çekdaran ve hate kuştin.

Polîsên Filipînê derbarê mijarê de ji ajansa Frans Pres re gotin ku rojnamevanê Radyo Bondokoîn dema li ber deriyê mala xwe ya li bajarê Kalaban a Kantona Mînoro ya rojhilat bû, ji aliyê çekdarên nenas ên li ser motorsklêtê ve hate gulebarankirin. Di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Ji sala 2022’an ve ev bû rojnamevanê 3’yane tê kuştin.
Serokê Yekîtiya Rojnamevanan a Flpînê Jontan Dî Santos, derbarê mijarê de ji Frans Pres re got: “Dema kujer û kesên binpêkirinan li dijî rojnavanan dikin, nayên darizanin. Dozên wan bi edalet nayên meşandin. Xeteriya binpêkirin û sûcan zêdetir dibe.”
ÇAVKANÎ: FRANS PRES

Leave A Reply

Your email address will not be published.