PIŞTÎ HILBIJARTINAN TIRKIYÊ LÊPIRSÎNÊ BI SAZIYÊN RAGIHANDINÊ RE DIKE

0 8

Rayedarên Dewleta Tirk piştî hilbijartinin bi dawî bû, hewl dide saziyên ragihandinê yên dijber di lêpirsînê re derbas bike. Li dijî gelek saziyên ragihandinê bi îdayên ji rastiyê dûr, ceza bikin.
Meclîsa Bilind a Radyo û TV ya Tirkiyê diyar kir ku wan li dijî 6 kenalên TV yên opozisyonê lêpirsîn dane destpêkirin. Lêpirsîn bi îdaya “Kirêtiya li welatiyan” dane destpêkirin.
Di heman demê de Meclîsa Bilind a Radyo û TV di Adara derbasbûyî de 4 kenalên TV ceza kirin. Ew jî bi îdaya propgandeya di hilbijartinê de pêk hatiye.
Gelek aliyên hiqûqî yên navdewletî û partiyên Tirkiyê yên opozisyonê dibêjin Meclîsa Bilind hewl didin bi idayan saziyên ragihandinê yên opozisyonê rawestînin.
Li gorî rapora Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas a sala derbasbûyî ji 180 welatan di rêza 153’yan de bû.

Leave A Reply

Your email address will not be published.