YRA’YÊ JI BO ROLA ROJNAMEVANAN DI ERDHEJÊ DE SEMÎNEREK LIDAR XIST

0 3

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) semînerek derabrê Erdheja 6’ê Sibatê û paşguhkirina dewletan ji mijarên alîkariyan û xwedîderketina mexdûran de semînerek lidar xist.
Semîner li salona YRA’yê ya li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna dehan rojnamevan û hin hiqûqnasan pêk hat.

Semînera ji aliyê Rojnamevan Sînan Cûdî ve hate dayîn hate dayîn.
Sînan Cûdî di semînerê de sersaxî ji hemû mexdûrên erdhejê re re xwest û şîfa xêrê ji birîndaran re hêvî kir. Paşê bal kişand ser rewşa welatiyan li herêmên erdhejê yên Bakurê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê.
Di heman demê de paşguhkirina dewletê û çawaniya nêzîkatiyên wan bi bobelatê re berfireh vekir. Di heman demê de bal kişand ser pirsgirêkên piştgirî û gihandina alîkariyan û riyên çareseriyê.
Di semînerê de her wiha Cûdî bal kişand ser rola exlaqên rojnamevaniyê di erdhej û bobelatên civakî û dive çawa rojnamevan di rewşên wiha de tevbigerin.
Bşedaran jî nerînên xwe derbarê mijarê de anîn ziman.
Yekîtiya Ragihandina Azad her dem bi armanca sûdê li rojnamevanan bike û asta xebatên wan bilind bike, lidar dixe.

Leave A Reply

Your email address will not be published.