Daxuyanî bi boneya roja Radyo ya Cîhanî

0 53

Saziyên Ragihandinê di cîhanê de îro (13’ê sibatê di her salê de roja radyo ya cîhanî pîroz dikin. Ev roj di sala 2011’an de ji aliyê rêxistina Unisco ve hate destnîşankirin. Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li gorî biryara 67/124 ve di sala 2013’an de fermî erê kir.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA)bi vê boneyê hemû saziyên ragihandinê û bi taybet ên Radyo pîroz dike û xebatên wan giring dinirxîne. Em li gel xebatkarên radyo disekinin û ji xebata wan a ji bo pêşxistina çanda mirovahiyê û piştgiriya doza azadiya gelan û berxwedana li dijî zaliman serkeftinê dixwazin.
Îsal ev bone di demekê de ku li tavahî cîhanê û bi taybet li Sûriyê guhertinên mezin hene û şerên mezin têne jiyankirin, pêşwazî dikin. Ev di demekê de astengkirina rojnamevanan û xebatên ragihandinê dewam dike. li dijî rojnamevanan binpêkirin têne kirin, hewl tê dayîn ku karê xebatên ragihandina azad werin astengkirin. Xebatên ragihandina azad were reşkirin û bi taybet rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tê jiyankirin, ji binpêkirinên dewleta Tirk li dijî rojnamevanan. Wekî tişta niha li Bendava Tişrînê tê jiyankirin, li wir 2 rojnamevan şehîd bûn û di mehekê de 8 rojnamevan birînar bûn.
Geşedan û pêşketinên li ser asta pîşeyî di cîhanê de barê radyoyan girantir dike û li Sûriyê bi taybet ew dikarin bi xizmetên xwe dengên dengê şoreşê bighîne cîhanê bi taybet di rewşekê de xebatên radyo li ser xebatên dijîtan û alavên zêde pêşketiye.
Em jî wekî YRA’yê careke din hemû xebatkarên radyo û guhdarên wan silav dikin û bi taybet ên dikarin dengê gelê Sûriyê bighînin raya giştî.
Bi vê boneyê careke din em bang li hemû radyoya dikin ku xebatên xwe yên bedew û bi bandor hîn bi xurtî dewam bikin. Di heman demê de em ji wan dawazin dikin ku bi rêzdarî nêzî pirengiya çandî û olî ya civakan di ber çavan re derbas bikin. Xebatên xwe ji bo pêşxistina nirxên mirovî û ji bo azadiya civakî bi hêztir bikin.
Di dawiyê de careke din em piştevaniya xwe ya bi saziyên ragihndinê bi giştî û radyo bi taybet dubare dikin û hêviya serkefitinê ji wan re pêşkêş dikin.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD
13-02-2025

Leave A Reply

Your email address will not be published.