Îro careke din me agihiya şehadeta mamoste û hevalekî me yê rojnamevan ku di encama êrişa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest daye, bihîst. Vê carê êrişa wan a nemerdane li dijî Mamoste, hevrê, rojnamevan û pêşengê ragihandina azad Ezîz Koyluoglû bû.
Şehîd Ezîz ku ji Bakurê Kurdistanê ye di sala 2000’yî de beşdarî xebatên ragihandina azad bû û li gelek aliyên welat hovîtî û sûcên dewletên dagirkir, belge kir û bi raya giştî re parve kir.
Dema şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir, hevrê Ezîz bê dudilî berê xwed da vê qadê û li vir tevlî xebatên ragihandina azad bû.
Ji Dêrikê bigre heta bi Efrînê li her devereke vê xaknîgeriyê di sazî û dezgehên ragihandinê de xebat da meşandin û pêşengtî kir. Bi nivîs û analîzên xwe riwê desthiladariya Tirk aşkere dikirin. Di heman demê de edîtorî û rêveberiya gelek saziyên ragihandinê da meşandin.
Li kêleka xebatên xwe yên ji bo saziyên ragihandinê bi sedan ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xebatên çapemeniyê de perwede kirin. Îro gelek şagirtên Şehîd Ezîz di sazî û dezgehên ragihandina azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi pêşengtî xebatan dimeşînin.
Ji ber wê jî Dewleta Tirk a tirsonek ku xwe li xebatên pêşengên me ranagirin, hevrê me Ezîz Koyluoglû ku yek ji hêmanên serke yê rastiyan bû, di roja 27’ê Çile de li Raniya ya Başûrê Kurdistanê bi balafirên xwe yên bê mirov ew kir hedef. Di encamê de hevrê Ezîz gihişt asta Şehadetê.
Mamoste û Hevrê Ezîz bi xebatên xwe yên ragihandinê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da meşandan bû dibistanek bingehîn ê sazîbûna ragihandina azad a vê herêmê. Dema ji Rojava berê xwe da Başûrê Kurdistanê jî xebat di heman astê de da meşandin. Pêre jî têkiliyên xwe yên bi Baku rû Rojhilatê Sûriyê re dewam kirin. Ji lewma em hemû deyndarê Şehîd Ezîz in. Em ê ji bo pêkanîna hêviyên wî xebatên xwe bê navber bidomînin.
Em wekî xebatkarên ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de sersaxî ji malbata Şehîd Ezîz, heval û hevrê wî û tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin. Em ji êrişkaran re dibêjin îro bi sedam şagirtên Şehîd Ezîz li ser riya ragihandina azad xebatan didomîn in.
Em ji wan re dibêjin ew ê tu carî nikaribin pêşveçûna şagirtên Ezîzan, Seyidan, Gurbetan, Îsaman, Dilîşanan, Rizgaranan, Naziman û Cîhanan rawestînin.
Bela dijminê rastiyê zanibe ew çi bike bila bike, serî li kîjan rêbazên dermirovî bide jî dê tê carî nikaribe encaman bi destxîne.
Bi vê wesîleyê careke din em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li ser riya Ezîzan hîn xurtir bimeşîn in. Em ê ji bo aşkerekirina riwê rast ê dijminan bi heman rihê em ji Şehîd Ezîz Fêrbûne ne riya şehîdan bidomînin.
Bijî ragihandina azad
Şehîd Namirin Şehîd Namirin:::::::