Yekîtiya Ragihandina Azad bi beşdarbûna bi dehan rojnamevan û rewşenbîr Rojnamevan û Nivîskar Şehîd Seyîd Evran di yekem salvegera Şehadeta wî de bi bîr anî.
Merasîma bîranînê li ser gora Şehîd Seyîd a li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo bi rêzgirtinê destpê kir.
Paşê Peyama Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ku bi vê boneyê hatibû amadekirin hate xwendin.
Di peyamê de nameya Şehîd Seyîd Evran a beriya koça xwe ya dawî li pey xwe hiştibû hate xwendin.
PEYAM WIHA YE:
Îro 22’ê Îlûnê ye, yemam salvegera Şehadeta Rojnamevan, Nivîskar û Mamoste Rêheval Seyîd Evran e. Hevalê Seyîd beriya koça dawî bike Peyamek bi ser navê
“Ber bi rêwîtiya dawî ve! Li pey xwe hişt. Di peyama xwe de wiha felsefeya jiyanê rêz dike û dibêje:
“Ji bo wate li her kêliya jiyanê bê kirin pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Min jî ji bo vê wateyê têkoşîneke mezin meşand. Ez kurd bûm û diviya bû gelê min azad bibûya. Ji bo vê jî heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî û gotina xwe got. Niha bala xwe didimê, çend nifş guherîn? Ya ku pê zanim ew e ku em her roj zêde bûn…
Em ji kevneşopiya wan tên ku felsefeya ‘Em di gorê de jî bin em ê ji bo azadiya vî gelî wezîfeya xwe bi cih bînin’ ji xwe re kirine pîvan. Lewma em hebûn û jiyan.
Kalkê min dema ku bi Şêx Seîd re meşiya ev têkoşîn da destpêkirin. Ez neviyê kalkê xwe me, ala ku min wergirtiye bi Rêber Apo û PKK’ê min dewam kir. Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyeyê, ji Ûrmiyê heta Mahabadê ez li her derê bûm. Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan. Êdî bi milyonan mirov li pey min hene û wê vê kevneşopiyê dewam bikin…
Gelek tişt hebûn ku diviyabû bihatina kirin, lê dem ewqas bû.
Di nava xêr û xweşiyê de bimînin!”
Rêhevalê me Seyîd hema bêje hemû jiyana xwe xist xizmeta têkoşîn, rastiya şer û berxwedana li welatê xwe. Bi meşa xwe ya şev û rojan gelek merheleyên girîng derbas kirin û rastiya vê erdnîgariyê raxist ber çavan.
Hevalê Seyîd mîlîtanekî pêşeng ê Tevgera Azadiya Kurdistanê û Çapemeniya Azad bû. Li çar aliyên Kurdistanê bi pênusa xwe rastiya civaka Kurd û têkoşîna azadiyê ji hemû cîhanê re ragihand.
Di salên herî dijwar ên ku li Bakurê Kurdistanê êrişên li ser gelê Kurd zêde dibûn, gund dihatin şewitandin, rojnamevan di nava kolanan de dihatin kuştin, dîsa bi hezaran kesayetên pêşeng dihatin girtin û kuştin de, rêheval Seyîd li gel hevalên xwe bêyî dudilî xebatan dimeşînin û rastî ji cîhanê re ragihand.
Di vê rêya dijwar de çend caran ji aliyê dagirkeran ve tê binçavkirin û girtin.
Dema navenda rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê û ofisên wê yên Enqere û Amedê 3’ê Kanûna 1994’an di heman şevê de hatin bombekirin, rêheval Seyîd jî li navenda giştî ya rojnameyê wekî Berpirsyarê Karên Nivîsê erk dimeşîne. Di wê êrîşê de heval Seyîd jî li gel 23 hevalên xwe birîndar bû.
Di demeke ku mirov ditirsiyan rojanmeyê bixwînin de ew bêyî dudilî vê xebatê dimeşîne. Di oxira eşqa heqîqet û azadiyê de gelek caran bi mirinê re rû bi rû dimîne.
Di çarçoveya erka xwe ya naskirin û ragihandina rastiya welatê xwe de, piştî demekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û bi pênûsa xwe heqîqata têkoşîna azadiyê vedibêje. Li ser şopa pêşengên xwe yên weke Gurbetelli Ersoz li çiyayên azad bi salan jiyan û têkoşîna gerîla lêkolîn kir û ji gelê Kurd û cîhanê re ragihand.
Di vê çarçoveyê de li ser mijarên akademîk, dîrokî û wêjeyî de jî bi dehan nivîsan dinivîsine û tevkariyek girîng dide arşîva çapemeniya azad. Rêwîtiya xwe ya di vê rê de jî, bi navê “Rêwitiyek Ber Bi Qeraxa Jiyanê ve” dike pirtûk.
Rêheval Seyîd ne tenê li Kurdistan û çiyayên wê, li gelek welatên ku Kurd lê dijîn jî, erka ragihandinê dimeşîne.
Li welatên berê yên Sovyetê, Ermenistan û Rusyayê li ser rewşa civaka Kurd ya li wan herêman û kesayetên navdar lêkolînan dike. Lê bi wê yekê jî qayil nabe, li her erdnîgariyek Kurdistanê ku liv û tevgerek şoreşgerî hebe, berê xwe dide wir.
Dema sala 2012’an li Rojava pêla şoreşê bilind dibe, rêheval Seyîd jî berê xwê dide vê xakê. Li aliyekê rastiya şoreşê vedibêje û dinivîse, li aliyê din jî di avabûn û sazûmaniya xebatên çapemeniyê de rolek sereke dilîze.
Ji Dêrikê heta Efrînê li tevahiya erdnîgariya herêmê gav bi gav digere, pêvajoya şoreşê dişopîne û bi dehan şagirtan perwerde dike. Bi vê xebata xwe dibe yek ji stûnên şoreşa Rojava û çapemeniya wê ya azad.
Bi van berpirsyariyên xwe ya serxistina şoreşê, rol û girîngiya çapemeniyê heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi serkeftî meşand.
Herî dawiyê nexweşiya wî dîsa serî hilda û zor li bedena wî kir û mixabin tevî hemû hewldanan jî, sibeha 22’ê Îlonê dilê wî sekinî û ji nava me bar kir.
Hevalê Seyîd Evran mîna têkoşerên çapemeniya azad yên wekî Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Xelîl Dag, Nûjiyan Erhan, Deniz Firat, Dilîşan Îbîş, Rigar Denîz, Gulîstan Tara û bi dehan şehîdên din di rêya heqîqet û azadiyê de bû meşalek ku rêya me ronî dike.
Em jî şagirtên Hevalê Seyîd di salvegera yekem a şehadeta wî dibîjin ku em ê, tiştê hîm maye bidomînin, em soza xwe ya mezinkirin û berfirehkirina vê têkoşînê bi hemû hûza xwe bidomîn in.
Şehîd Namirin, Şehîd Namirin
Di dawiya merasîma bîranînê de pirtûka Şehîd Seyîd Evran li beşdaran hate belavkirin.