JI BO ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ

0 37

Di 23’yê Tebaxa 2024’an de an ku roja salvegera yekemîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya kenala Jin Tv a li ser riya di navbera Qamişlo û Amûdê de pêk hatibû, balfira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk li navçeya Seyîd Sadiq a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê erebeyek rojnamevanan bombebaran kir.

Di encama êrişa ku li dijî erebeya Şîrketa Chatr Production ya medyayê de pêk hat2 jinên rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û Rêveberê Şîrketa Chatr Production Rêbîn Bekir jî di nav de 6 kes birîndar bûn.

Careke din diyar die ku hedefgirtina erebeya Şirketa Chatr Production berdewama êrişa salek berê ya li dijî ekîba Jin tv ye. Dewleta Tirk a dagirker ku di êrişên xwe yên li dijî gelê kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê têk diçe. Bi van êrişan dixwaze ser têkçûyînênxwe bigire.

Ev êrişên ne  merdane yên li dijî rojnamevanan têkçûn û lawaziya dewleta Tirk û hikûmeta wê nîşan dide. Di heman demê de tirsa wan a zêde ji ragihandina azad û xebatkarên wê ku li beranberî siyasetên wê bûne mertal û her dem riwê wan ê reş ji civakê re nîşan didin, careke din aşkere dibe.

Lê tişta mirov hîn zêdetir dêşîne helwesta hikûmeta Iraqê û hevkariya PDK’ê ya di êrişên dewleta Tirk a dagirker de. Di heman demê de bê dengiya Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê ku di qanûn û peymanên xwe de êrişa li dijî rojnamevanan qedexe dike û wekî sûc nîşan didin. Lê dewleta Tirk li ber çavên wan û aşkere rojnamevanan dike armanca êrişên xwe, di bêdengiya xwe de bi israr in.

Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di dema êrişa ne merdane ya dewleta Tirk şermezar û nelet dikin, sersaxiyê ji malbatên jinên rojnamevan ên di êrişa Silêmaniyê de şehîd bûne û tevahî xebatkarên ragihandina azad re dixwazin. Di heman demê de şifaya xêrê ji birîndaran re hêvî dikin.

Di heman demê de ji sazî û dezgehên navdewletî û di serî de yên ida dikin ji bo parastina rojnamevanan dixebitin, erka xwe pêk bînin û li dijî dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin. Ji ber bê dengiya wan tê wateya hevkariya wan a bi kujeran re.

Di dawiyê de em careke din êrişên li dijî rojnamvanan bi tundî şermezar û nelet dikin, di heman demê de em soza xwe dubare dikin ku em ê ji pêkanîna xewnên cangoriyên xwe û pêşxistina ragiahndina azad tekoşîna xwe hîn bi hêztir bidomînin.

 

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD

23-08-2024

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.