Her sal roja 3’yê gulanê rasthatina roja azadiya ragihandinê ye. Rêxistina Perwerde û Zanistinên Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNSCO) bi armanca vê rojê dixwaze rêxistina azadiya ragihandinê bîne bîra hemû welatan. Di vê boneyê de peymana Wenhok a dîrokî di civîna rojnamevanên Afrîqayê de di 3’yê gulana 1991’an de hate erêkirin û wiha hate piratîzekirin. Naveroka peymanê avakirina zemînekî azad û bi ewle ji rojnamevanan re, di heman demê de xebatkarên ragihandinê û rojnamevan di vê rojê de hêviyên xwe derbarê azadiya ragihandinê û exlaqên wê de dibînin. Bi vê boneyê jî Neteweyên Yekbûyî welatên hemû cîhanê dinirxîne û rewşa rojnavanên rastî tundî û girtinê tên tîne bîra hemû welatan. Lê tişta balkêş û bi rasthatina roja cîhanê ya azadiya ragihandinê re em dibînin ku hîn jî binpêkirinên dewleta Tirk li dijî xebatkarên çapameniya azad û bi taybet li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hîn jî dewam dike. Ev binpêkirin û sûcên dewleta Tirk her dem û dem li dijî xebatkarên çapemeniya azad têne kirin. Di heman demê de êrişa dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî rojnamevanan roj li pey rojê zêdetir dibe. Ji bûyerê herî zêde hêjaye bîrxistinê jî hedefgirtina balafira bê mirov a dewleta Tirk ya erebeya ekîba JIN tv. Di encamê de xebkarê ragihandinê Necimedîn Fêsel Hecî Sînan şehîd bû û nûçegihan Delîla Egîd bi giranî birîndar bû. Ev bûyer dema ekîb ji amadekariya raporekê vedigeriya li rojavayê bajarê Qamişlo pêk hat. Diyar dewleta Tirk ji azadiya ragihandinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse, ji ber wê êrişî xebatkarên ragihandinê dike, heta niha hejmarek rojnamevan bi êrişên Tirkiyê şehîd bûne û hejmarek zêde jî birîndar bûne. Tişta hîn zêdetir cihê mixabiniyê hemû êriş û kirinên dewleta Tirk li ber çavên rêxistinên navdewletî û saziyên Neteweyên Yekbûyî têne kirin. Yek ji bûyerên din ên sûcên li dijî rojnamevanan ku bi vê boneyê hêjayî bîrxistinê ye, girtina endamê Yekîtiya Me Silêman Ehmed edîtorê Roj News ku zêdeyî 6 mehane li deriyê Fîş Xabûr bi destê rayedarên Başûrê Kurdistanê pêk hatiye. Mixabin heta niha jî çarenûsa wî bi tu awayî nayê zanîn. Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di dema em bi dilgermî vê rojê pêşwazî dikin, em kirin û sûcên li dijî rojnamevnan û girtiyan li Sûryiê û tevahî cîhanê têne kirin, bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em di serî de ji Neteweyên Yekbûyî, hemû sazî û dezgehên cîhanî yên azadiya çapameniyê dixwazin êdî bese sûc û kirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî welatên cîhanê li dijî rojnamevanan têne kirin, paş guh bikin. Berûvajî gerk li gorî peyman û pîvanên wan taybet ji bo saziyên xwe danîne tevgigerin û erka xwe pêk bînin.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD 03-05-2024