YRA’YÊ DOZA SERBESTBERDANA ROJNAMEVAN SILÊMAN EHMED DUBARE KIR
Ev meheke Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê desthildariya Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn. Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) careke din daxwaza xwe ya serbestberdana endamê YRA’yê û Edîtorê Ajansa Roj News dubare dikin.
Rojnamevan Silêman Ehmed ku ev çend sal in li Başûrê Kurdistanê bi belgeyên fermî di ajansa Roj News de dixebite û ji ber rewşeke mirovî di malbatê de serdana Bakur Rojhilatê Sûriyê kir. Dema xwest vegere ser karê xwe yê li Başûrê Kuristanê ji aliyê desthildariya Başûrê Kurdistanê ve hate girtin.
Ji wê demê ve çarenûsa Silêman nayê zanîn. Tevî gelek daxuyanî û daxwaz ji bo serbestberdana Silêman Ehmed hatin kirin, Hikûmeta Başûr wî serbest bernade û rê nade parêzer bi wî re hevdîtinê pêk bînin.
Niha jî mehek di ser girtina Silêman Ehmed re derbas bû ye û hîn jî rayedarên Başûrê Kurdistanê di girtina Silêman Ehmed de bi israr in.
Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ku ji bo parastina rojnamevanan dixebitin czareke din daxwaza xwe ya serbestberdana Rojnamevan Silêman Ehmed dubare dikin. Di heman demê de ji sazî û sendîkayên navdewletî dixwazin zextê li hikûmeta Başûrê Kurdistanê bike da ku di zûtirîn demê de Silêman vegere ser karê xwe.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD
23/11/2023