LI ÎRANÊ 4 SAL LI 2 ROJNAMEVANÊN JIN HATE BIRÎN

0 7

Dadgeha “Şoreşê” ya Îranê 2 rojnamevanên jin ên di çarçoveya serhildanên piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî hatibûn girtin dadgeh kirin.
Li gorî malpera Rojnameya El-Şeriq a ÎRanê dadgeha Tehranê 4 sal û 3 meh cezayên girtîgehê li rojnamevan Sediya Şefîyî û Nesîm Sultan birîye. Sê sal û 7 meh bi îdaya tewanên li dijî ewlekariya welat û 8 meh bi tewana çalakiyên wan ên ragihandinê hatin birîn. Di heman demê de endametiya herdû rojnamevanan ji hemû koman hate rawestandin û qedexeya derketina ji welat li wan hate ferizkirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Toni Gotich di meha derbasbûyî de di nûtirîn rapora derbara radestî Meclîsa Mafê Mirovan a NY’yî kir, diyar kirk u di dema di navbera 1’ê Tebaxa 2022’an û 15’ê nîsana 2023’an de 25 jê jin in zêdeyî 70 rojanevan binçav kirine. JI wan 16 di girtîgehan de hatine hiştin.
ÇAVKANÎ: RAGIHANDINA ÎRANÊ

Leave A Reply

Your email address will not be published.